Ji Newroza Îzmîrê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 2026-03-22 12:58:43   ÎZMÎR - Newroza Îzmîrê ku bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” li qada Gundogduyê hat pîrozkirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.    Newroza Îzmîrê ku bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” li Qada Gundogduyê hat pîrozkirin. Ji sibê zû ve welatî bi cil û bergên xwe yê neteweyî, xemlên xwe yên ji bo Newrozê û alan ve ji deriyê kontrolê derbas bûn û ketin li qadê. Welatî bi stran, gerandina govend û tîlîliyan qadê germ dikin. Di qadê de bi dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da.   Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglu û Nûnera ESPê Melîha Kayaci dê beşdarî pîrozbahiyan bûn.   Li qada Newrozê posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin. Her wiha wêneyên Denîz Poyraz a ji hêla tetîkkêş Onur Gencer ve hatiye qetilkirin hate rakirin. Girse bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, Bê Serok jiyan nabe”, Ciwan fedaiyên Apo ne” berz dike.   Hevserokên DEM Partiyê yên Îzmîrê Fulya Erdogan û Selçuk Odabaşi axivîn û bal kişandin ser girîngiya pîrozbahiya Newrozê. Dû re Hevberdevka Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglu û nûnera ESP'ê Melîha Kayaci xivîn.    Hevserokê Giştî ye Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir axivî û bal kişand ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: 'Ev Newroz, Newroza azadiyê ye. Me gelek caran ev yek dîtiye. Ger Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, em jî azad nînin, zimanê me azad nebe, statuya me tune ye. Ji ber vê yekê, em dibêjin azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurdistanê ye. Yekîtî û hevgirtin ji bo me bûye pêdiviyek. Em ê bi yekîtî û hevgirtinê azadiya xwe zûtir bikin. Nimûneya herî baş a vê yekê Rojava ye. Gelê Kurd û dostên wan li çaraliyê cîhanê rabûn ser piyan û gef û xetera li ser Rojava paşve xistin. Hêza me mezin e. Kurd li ku derê bin, ew bihêz û hişmend in. Em ê azadiya xwe, azadiya Rêberê xwe û azadiya axa xwe misoger bikin. Em ji xwe bawer dikin."   Piştî axaftinan, pîrozbahî bi stranên hunermend Seyîthan Sevînç û hunermendên herêmî bi dawî bû.