Li Amedê bi deh hezaran kes li ber ribabê govend digerînin 2026-03-21 11:00:10   AMED - Newroza Amedê bi coş û kelecanek mezin tê lidarxistin. Bi deh hezaran kes bi reng û coşa xwe li Qada Newrozê kom bûn û li ber stranan û ribabê-kemençeyê govendê digerînin.   Newroza îsal bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” tê lidarxistin. Îro çavê hemû raya giştî li ser Newroza Amedê ye. Bi deh hezaran kes tên Qada Newrozê û qad bi coş û kelecana mirovan tije dibe. Ji biçûkan bigire heta kal û pîran bi rengên xwe yên neteweyî û coşa xwe ya azadî û yekîtiyê li qadê dicivin û li ber stranan û ribabê-kemençeyê govendê digerînin. Beriya bernameya fermî dest pê bike komek ribabê derket ser dikê û gel li ber stranan û dengê ribabê kêfxweş dike.