Li Mêrdînê ji ber barîna zêde du avahî hilweşiyan 2026-03-20 15:55:28   MÊRDÎN - Li Mêrdînê ji ber barîna zêde, du avahî hilweşiyan.    Ji şevê din ve li Mêrdînê barîneke zêde dibare. Ji ber barîna zêde, li navçeya  Nisêbînê yek û li navçeya Midyadê jî avahiyek hilweşiya. Li gorî agahiyan, bûyera ewil li Taxa Akçakaya ya navçeya Midyadê qewimî. Di avahiya ku dayikek û du zarokên xwe yên biçûk tê de dijiyan, ji ber barana zêde hilweşiyan. Dayik û du zarokên wê dema li odeyê radizan, bi saxî rizgar bûn. Komên agirkujî û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di lêkolîna cihê bûyerê de hate zanîn ku rewşa dayikê û du zarokên wê baş e.    Bûyera din jî li Taxa Selahattîn Eyyubî ya li navçeya Nisêbînê qewimî. Ji ber barîna zêde, banê avahiyekî tebiqî. Hat zanîn ku tu kes li malê nebû û der heqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.