KÎD: Newroz ji bo çareseriya demokratîk fersendekî dîrokî ye 2026-03-19 19:05:40   AMED - Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) têkildarî Newrozê daxuyaniyek da û got: "Newroz ji bo xurtkirina lêgerînên aştî, diyalog û çareseriya demokratîk fersendekî dîrokî ye."   Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD), der barê Cejna Newrozê de daxuyaniyekê nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Newroz ji aliyê dîrokî ve wekî sembola îradeya azadiyê ya gelan a li dijî înkar, bişaftin û zextan tê silavkirin. Herwiha hat destnîşankirin ku Newroz ne tenê hatina biharê ye, di heman demê de bîra dîrokî ya têkoşîna parastina nasname, ziman û hebûna gelan e. KÎD’ê destnîşan kir ku îro ku mafên demokratîk tên sînordarkirin û cudahî lê tên tepisandin de, ev bîr girîngiya xwe diparêze.   Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hate bikaranîn: “Ruhê berxwedanê yê ku Newroz hildigire; îfadeyekê bihêz a daxwaza hemwelatiya wekhev, beşdariya demokratîk û aştiyê ye. Ev ruh, li dijî nêzîkatiyên yekperest avakirina pergalekî civakî ya piralî, azadîxwaz û demokratîk ferz dike. Wekî KÎD; em li şûna sînordarkirina wateya Newrozê, perspektîfekê ku dê bi îradeya azadî û pêkvejiyana  gelan re dighîne hev diparêzin. Di vê çarçoveyê de Newroz, ji bo xurtkirina lêgerînên aştî, diyalog û çareseriya demokratîk fersendekî dîrokî ye.   Bi vê munasebetê, em Cejna Newrozê ya hemû gelên xwe pîroz dikin; em hêvî dikin ku ev cejn bibe wesîleya azadî, avakirina wekhevî û pêşerojekê demokratîk.”