Li Amed û Êlihê serdanên goristanan 2026-03-19 17:55:13   NAVENDA NÛÇEYAN-Bi wesîleya Cejna Remezanê li Amed û Êlihê serdanên goristanan didomin.   Bi wesîleya cejna Remezanê li Amed û Êlihê gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin û di serdanan de hat diyarkirin ku wê têkoşîna wan bidomînin.   Pîran   Li Pîran Amedê Goristana Pîrêjman hat ziaretkirin. Bi Pêşengiya MEBDYA DER’ê goristan hatin ziyaretkirin û gelek kes tevli bûn. Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren axivî û keên jiyana xwe jid set dane bibîr anî.   Licê   Li Licê jî Goristana Sîsê gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin û dua hatin kirin.   Çemê Elika    Goristana Çemê Elîka ya navçeya Licê ya Amedê jî hat ziyaretkirin. Li ser goran dua hatinkirin û goristan hatin paqijirin.   Goristana Yenîkoy   Malatên ku çûn Goristana Yenîkoy kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn jî ziraet kirin û dua hatin kirin, goristan hat paqijkirin.   Êlih   Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, Goristana Asrî ya taxa Petrolkent a Êlihê hat ziyaretkirin.   Serdan bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ bidawî bû.