Di Newrozê de posterê Abdullah Ocalan hat vekirin 2026-03-17 12:56:58   RIHA - Posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan li pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Weranşarê bi dirûşma "Bijî Serok Apo" hate vekirin.   Pîrozbahiya bi coş a Cejna Newrozê li navçeya Weranşarê ya Rihayê berdewam dike. Li qada Newrozê, ku dirûşmên wekî "Bijî Serok Apo", "Jin, jiyan, azadî" û "Bê Serok Jiyan nabe" bi berdewamî têne berzkirin, posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan hate daliqandin.