Li kelehê ‘Newroz bûn’: Rahşan Demîrel 2026-03-16 09:08:38   Semîha Alankuş   NAVENDA NÛÇEYAN - Dema ku agirê azadiyê yê li Kurdistanê belavî metropolan bû û pêlek nû ya berxwedanê afirî, Rahşan Demîrel a ku ev şewq pêxist û li Kadifekaleyê got ‘Ez xwe dikim Newroz’  tê bîra mirovan.   Newroz ne tenê cejn e, manîfestoyeke ku dirêjî azadiyê dibe ye li ser van axan. Roja nû, jiyana nû, pêşeroj û hêza wateya heqîqetê. Hêzek wisa ya wateyê ye ku tenê ne li Kurdistanê, her erdnîgariya ku Kurd lê dijî, bi agirê xwe germ dike, vexwendiyê berxwedanê dike. Wek Rahşan Demîrel a ku hat surgunkirin û li Kadîdekaleya Îzmîrê got "Ez xwe dikim Newroz".   Rahşan Demîrel di 15'ê Tebaxa 1975'an de li Nisêbîn a Mêrdînê tê dinê. Malbata Rahşan Demîrel jî wek gelek malbatên kurd ji ber zextan koç dikin. Rahşan hîna 1 salî bû malbat koçî Îzmîrê dike. Rahşan Demîrel ji bo piştgiriya aborî ya malbata xwe bike di fabrîkaya tekelê de dixebite. Heta derfetên wan hebûn jî diçû Nisêbînê.   Êş di rihê xwe de hîs kir   Di salên 1990'î de berxwedana li Nisêbînê dest pê kir li her derê belav bû û li Kadîfekale ya Îzmîrê jî xwe dide der. Li Kadîfekaleyê wek jina ciwan a di çalakiyan de di eniya pêş de cih digirt hat nasîn. Rahşan Demîrel her carê ji dayika xwe re daxwaza xwe ya çûyîna çiyan digot. Rojekê ji dayika xwe re dibêje 'Li Cizîrê gelê me tê qetilkirin, kurdan dikujin, em çima tiştekî nakin?."   Kesk û sor û zer: Rengên berxwedanê   Rahşan Demîrel di temenê xwe yê biçûk de zextên dewletê ferq dike û hêrsa wê mezin dibe. Dema ji Rahşan Demîrel re cil û berg dihatin kirîn divê kesk, sor û zer bûna. Rojekê li dibistanê mamoste ji ber rengên cilên wê sîleyekê lê dide. Rahşan bi heman awayî bersivê dide û qebûl nake.   Meşaleyeke li kelehê   Di salên 90’î de serildanên li Kurdistanê belavî metrepolan bû. Gelê Kurd êdî ne tenê li erdnîgariya xwe li bajaran jî agirê serhildanê pêdixistin. Agirê wê demê Zekiye Alkan li Amedê pê xist, li Kadîfekaleyê jî Rahşan Demîrel pêxist.   Di 1992’yan de dewletê Newroz li her derê qedexe kir. Tevî hemû qedexeyan gel daket qadan. Li Nisêbîn, Cizîr û Şirnexê agir hatin pêxistin. Rahşan Demîrel li dijî vê bêdeng nema û di 22’yê Adara 1992’yan de nîşeyek hişt û ji malê derket.   Wê Newroz bê pîrozkirin   Rahşan Demîrel nîşeya "Ez xwe li Kadîfekaleyê dikim Newroz, divê ez bersiva Cizîr, Nisêbînê bidim. Xwedî li min derkevin. Ez agahî didim Îsmet Sezgîn wê Newroz bê pîrozkirin… Lastik tune be em ê bi canê xwe pîroz bikin!" li pey xwe hişt. Rahşan di 17 saliya xwe de bi agirê berda bedena xwe bersiva dewletê da.   Sibehê: Wê agirên hîn mezintir bên gurkirin!