Ji duh heta îro Newroza Wanê: Daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 2026-03-16 09:06:21   Rozerîn Gultekîn   WAN - Agirê Newroza ku Semayan, Rahşan, Mazluman vêxist, bi salane ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avakirina Komara Demokratîk  tê gûrkirin.   Çalakiya ku Mazlum Dogan li girtîgeha Amedê di şeva 21’ê Adara ku bi 22’ê Adarê ve girê dida, bi sê çopên kirvîtê pêxist, bû sembola hevdem a agirê berwedana Kurdan. Di 21’ê Adara 1992’an de Rahşan Demîrel li dijî astengiyan  got ‘Wê Newroz bê pîrozkirin… Ne bi lastikê be wê bi canê me be’ li Kadîfekale ya Îzmîrê bedena xwe da ber agir.  Sema Yuce li girtîgeha Çanakkaleyê di 21’ê Adara 1998’an de bedena xwe da ber agir û agiarê Newrozê gûr kir. Ji wê dîrokê şûnde Kurdan agirê Newrozê roj bi roj meizn kir.   Yek ji bajarê ku berxwedan lê bilind bû Wan bû. Ji salên 90’î heta niha agirê Newrozê lê bilind dibe. Di 91’ê de tevî hemû zextan agirê Newrozê li Keleha Wanê hat vêxistin û ji wê rojê de ye her diçe gûr dibe.   Beriya Newroza Îsal ya ku wê bi dirûşmeya ‘Newroza Azadî û Demokrasiyê’ di 22’ê Adarê de pêk bê, me Newrozên ji sala 2015’an heta niha yên Wanê kom kirin.   2015: Rihê berxwedanê ya pêvajoya çareseriyê   Sala di 2015’an di alî pêvajoya çareseriyê ya navbera dewlet û tevgera azadiya Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de girîng bû. Di Newroza 2015’an de yekemîn car peyama Abdullah Ocalan ji girseyê re hat xwendin.   2016:Bi rihê rêveberiya xweser Newroza berxwedanê   Newroza 2016’an  li dijî êrîşan bû Newroza berxwedanê. Bi hezaran kes tevî qedexeya Walîtiyê, ji bo pîrozkirina Nerozê di kawşaxa 5’ê Nîsanê de hatin gel hev. Di Newroza 2016’an de xwedî li berxwedana rêveberiyên xweser hat derxistin û dirûşmeyên ‘bijî berxwedana Geverê’, ‘Bijî berxwedana Sûrê’ rihê Newrozê hat avakirin.   2017: Ji pergala bi referandumê ji serokwezîritiyê re ‘na’   Di Newroza 2017’am de roveja esas tecrîda  li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Gel got ‘Tecrîda li ser Ocalan darbeyek li aştiyê ye. Her ku hûn dibêjin şer em dibêjin aştî’ serhildana xwe danîn holê. Rojeva din jî ji pergala bi referandumê ji serokwezîtiyê re nabû.   2018: Li Efrînê êrîş li Wanê berxwedan   Di 2018’an de ji nûve bi destê jinan li Keleha Wanê agirê Newrozê hat gûrkirin û  bi dirûşmeyên ‘bijî serok apo’ bertek nîşanê polîtîkayên tecrîd dan.Ji bo êrîşên li dijî Efrînê bên rawestandin jî bang hat kirin.   2019: Grevên birçîbûnê û berxwedanên zindanan   Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven  greva birçîbûnê hat destpêkirin û li hemû girtîgehan belav bû.  Di Nerwozê de bi dirûşmeya ‘bijî berxwedana zindanan’ bûn dengê girtîgehan. Her wiha ji bo rawestandin şer û tecrîdê jî bang hat kirin.   2020:Di pandemiyê de Newroz   Di 2020’an de ji ber vîrusa koranayê pandemî hat îlankirin û bi vê re pîrozbahiyên Newrozê jî hatin betalkirin. Lê wek alternatîf  bang hat kirin ku her kes li malên xwe pîrozbahiyan bikin. Welatiyan di şaneşîn û paceyên mala xwe de fenel,find pêxistin û bi hevdemî Newroz pîroz   2021:Daxwaza rakirina Newrozê   Di Newroza 2021’ê de ku bi dirûşmeya ‘Em bi agirê Newrozê berxwe bidin, azad bibin’ pêk hat,  greva birçîbûnê ya bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan hatbû destpêkirinê bû. Di Newrozê de hat diyarkirin ku riya demokratîkbûnê ji Îmraliyê derbas dibe û divê azadiya fîzîkî pêk bê.   2022: Azadî û statu   Newroz bi dirûşmeya ‘Dem Dema serkeftinê’ ye li Keleha Wanê bi tevlibûna sedhezaran kesî hat pîrozkirin. Di Newrozê de ji bo Kurdan daxaza azadî û statuyê hat kirin.   2023: Muxatab Birêz Ocalan e   Di Newroza 2023’an de gotinên ‘wê tecrîd bişkê azadî bê zindanan’ bilind bûn û hat diyarkirin ku muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.   2024: Dema azadî û serkeftinê         Bi dirûşmeya ‘Rabe dema azadî û serkeftinê ye’ Newroz hat pîrozkirin û peyamên berxwedanê hat bilkindkirin.   2025:Newroza ji bo Azadiya Civaka Demokratîk   3 hefte piştî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya di 2025’an de hat kirin, bi dirûşmeya ‘ji bo azadiyê Newroza Civaka Demokratîk’ Neroz hat pîrozkirin. Rihê Newrozê jî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ava kir.   2026:Newroza azadî û demokrasiyê   Îsal jî wê di 22’ê Adarê de bi dirûşmeya ‘Newroza Azadî û Demokrasiyê’  li Keleha Wanê Newroz bê pîrozkirin.  Tê payîn ku peyamên berxwdanê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên dayîn.