Nezahat Dogan: Deriyên Îmraliyê venebin, pevajo yek alî dimîne 2026-03-16 09:02:31   Melîke Aydin   STENBOL - Rojnameger Nezahat Dogan got di nîqaşên civaka demokratîk de, berpirsyariya xurtkirina zimanê aştiyê yaçapemeniya azad derketiye pêş û got ev yek ji esasê damezerîner ya pêvajoyê ya rojnamegeriya jinê ye.  Nezahat Dogan diyar kirin ku divê dest ji zimanê zayendperst û mîlîtarîst yê çapemeniyê bê berdan û got: “Ev di alî zelalbûna pêvajoyê de girînge. Divê deriyên Îmraliyê jî bên vekirin. An jî wê pêvajo yek alî bimîne.”    Zimanê şer bi salan înkar, tecrîd, globalbûn û veşartina heqîqetê  mezin kir. Li dijî vê rojnamegeirya aştiyê hîn bêtri zelaltî û ragîhandina heqîqetê ferz dike. bi pêvajoya ‘aştî û civaka demokratîk’ re hat dîtin ku  d veguhestina nîqaşên çarseriya demokratîk a ji bo civakê de, rola çapemeniyê gelek girînge.   Rojnameger Nezahat Dogan der barê rojnamegeriya aştiyê de ji ajansa me re axivî.   ‘Hêviya gelan a ji bo azadiyê xurt bû’   Nezahat Dogan balkişand ser rola çapemeniya azad a di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de û wiha got: “Bi banga 27’ê Sibatê re  qadek nû a nîqaşan hat vekirin.  Hat dîtin ku pergalên ekparêz, mîlîtarîst û yên civakê tune dikin nikarin xwe bimeşînin. Li şûna vê perspektîfa aştî û civaka demokratîk hat rojevê. Vê hêviya gelan a azadiyê jî xurt kir.”   ‘Rojnamegeriya aştiyê rolek mezin dilîze’   Nezahat Dogan got di vir de Rojnamegeriya Aştiyê rolek girîng dilîze û wiha pê de çû: “Vegotina aştiyê ya ji bo civakê yek ji berpirsyariyên çapemeniya Kurd û çapemeniya azad e. Di vê nokteyê de divê zimanê şer bê terkirin. Divê zimanekî ku aştiyê esas digire pêş bikeve. Bi awayekî rast ragîhandina heqîqetê berpiryariya rojnamgeriyê ye.  Ji ber vê rola rojnamegeriya aştiyê û çapemeniya azad hîn bêtir dertê holê.”   ‘Bihistina dengê jinan, deşîfrekirina pirsgirêkan erka esas e’   Nezahat Dogan di berdewamiyê de wiha bi lêv kir: “Banga aştî û civaka demokratîk  ne tenê çareseriya pirsgirêka Kurd heman demê de çarseriya pirsgirêka jinê jî nÎşan dide. Fikra ku bi pêşengiya jinan dikare pergala komunal û demokratîk bê avakirin, aliyek girîng ya vê bangê bû. Îro di her qada jiyanê de jin di plana dawî de tên hiştin, keda jinê tê bipêkirin û hepsê malê tê kirin. Hepskirina malê tê wateya koletiyê. Tundî û qetilkirinên li ser jinan encama vê pergalê ye. Ji ber vê em rojnamegerên jin dema derdikevin kolanê ji bo deşîfrekirina hemû pirsgirêkan em xwe berpirs dibînin.  Bihistandina dengê jina ku tundî lê hatiye kirin, pirsgirêkên tên jiyîn di rojevê d ehiştin, çêkirina nûçeyan û şopandina pêvajoyên hiqûqî yek ji peywira esas a rojnamegeriya jinê ye.”   ‘Çapemeniya azad rastiyan derdixe holê’   Nezahat Dogan balkişand ser zimanê çapemeniya alîgir û wiha got: “Zimanê çapemeniyê karekterekî zayendperest, netewperest û nîjadperest diheîne. Sûcên giran yên wekê tundî, destdirêjî û êrîşên zayendÎ wek ‘îstîsmar’ tê dayîn. Ev nîşaneya nêrîna sredet ya mêr e. Ev ziman her tim jinan cuda dibîne, davêje plana dawî, têkoşîna jinan wek tehdîd dibîne. Çapemeniya azad di vê nokteyê de rastiyana derdixe holê. Bi taybte pêvajoya piştî 27’ê Sibatê pêş ket de rola çapemeniya azad gelek girîng bû. Tevî vê em nikarin bêjin ku zimanekî aştiyê yê xurt hatiye avakirin. Divê kêmasiyên çapemeniya azad jî bên dîtin.”   ‘Divê çapemeniya azad têkilî û diyalogê pêş bixîne’   Nezahat Dogan di berdewamiyê de wiha bi lêv kir: “Divê em bêjin ku kapasîteya çapemeniya azad ku xwe bigihîne civakê bi sînor maye. Ji ber dewlet û pergal çapemeniya xwe ava dikin û peyama dixwazin bidin civakê ji ser çapemeniyê didin. Li Tirkiyeyê ji sedî 90’ê çapemeniyê di bin destê desthilatdariyê de ye. Ji ber vê jî dema çapemeniya azad bandora xwe zêde dike, rastî zextan tê. Ji ber vê nikare xwe bigihîne tevahiya civakê.Divê çapemeniya azad û mexalîf bi aliyên cuda re zêdetir diyalogê dayne û bi civakê re têkiliyê deyne. Berprisyariya girîng a rojnamegeran eve ku wateya aştiyê vebêjin, bi welatan çi didin qezenckirin ragîhinin.”   ‘Divê zimanê aştiyê esas bê girtin’   Nezahat Dogan her wiha balkişand ser zimanê nefret, şer û global yên di pêvajoya aştiyê de û wiha pê de çû: “Di vir de berpirsyariya çapemeniyê pir girînge. Di ser banga 27’ê Sibatê de salek derbas bû. Di peyama xwe de dibêje divê zimanê nefret û provakatîf biguhere. Ji ber vê jî ger ku ev ziman bidome wê pêvajo zehmet bibe. Divê zimanê aştiyê esas bê girtin. Mijarek din ya girîng. Divê rojnameger bikaribin biçin Îmraliyê û pirsên xwe bipirsin. Divê bersivan jî bi hevkariya kamerayan ji civakê re  bi dengê wî ragihînin. Deriyên Îmraliyê venebin pêvajo jî wê yek alî bimîne.”