Veysî Aktaş û Azîme Işık bi ciwanan re hat gel hev 2026-03-15 14:27:25   ENQERE - Meclîsa Ciwanan a HDKê bi beşdariya siyasetmedarên Kurd Veysî Aktaş û Azîme Işik, bi ciwanan re hatin ba hev û li ser pêvajoyê nîqaş û axaftin hatin kirin.   Bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li avahiya TUMBEL-SENê ya li navçeya Çankayayê ya Enqereyê bi beşdariya Azîme Işik ku piştî 26 salan ji hepsê hat berdan û Veysî Aktaş ku demekê dirêj bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê ma û piştî 31 salan hat berdan, hevdîtina ciwanan hat lidarxistin. Hevdîtina ciwanan a bi dirûşmeya, “Civaka azad, ciwanên rêxistinkirî û pêşeroja azad” hat pêk hat û gelek ciwan beşdar bûn. Her wiha endam û nûnerên DEM Partî ya Enqereyê û rêxistinên sivîl jî beşdar bûn. Li eywana hevdîtinê pankarta li ser, “Bi destxistina rojê ne nêz e, êdî me roj bi destxist, sibêroj a me ye” dinivisî hat daliqandin.   Dema Veysî Aktaş derbasî eywana hevdîtinê bû, ciwanan bi yek dengî dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana zindanan” berz kir. Bername bi rêzgirtina ji bo endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim û hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Meclîsa Ciwanan a HDKê Sila Dereoglu axivî. Sila Dereoglu bi lêv kir ku weke ciwan ew dê ji bo avakirina aştiyê bi rola xwe rabin û wiha got: “Em ê civaka demokratîk bi pêşengiya ciwanan saz bikin. Ji bo vê li her qadê xwe bi rêxistin bikin û hêza xwe mezin bikin. Em hêza xwe ji netewên li dijî zilmê li ber xwe didin digirin.”   Piştî axaftina destpêkê hevdîtina ciwanan ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.