Barê Helebçeyê jinan hilgirt 2026-03-15 09:05:36   NAVENDA NÛÇEYAN-Di ser êrîşa kîmyewî ya li hember Halebçeyê ku di 16’ê Adara 1988’an de pêk hat 38 sal der bas bûn. Di komkujiya ku piranî jin û zarokên Kurd hatin qetilkirin de, hîna şopa êrîşan li ser beden, jiyan û hişê jinan e.   Bajarê Helebçeyê yê Başurê Kurdistanê di 16’ê Adara  1988’an de ji aliyê rejîma Baas a Iraqê  ya di bin lîderiya Saddam Huseyîn de bi çekên kîmyewî hedef hat girtin. Ev ji êrîşên herî giran yên Enfalê ku li hember gelê Kurd pêk hat derbasî dîrokê bû. Ev êrîşa wek ‘îna bi xwîn’ jî tê binavkirin, bû sembola siyasetaîmhayê ya li hember Kurdan.   Di lêkolînên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye kirin de hat tespîtkirin ku gaza xerdelê û a  jana sînîr hatiye bikaranîn.  Di êrîşê de navbera  2 hezar û 200 û 5 hezarî de kesî jiyana xwe ji dest dan. Di navbera 7 hezar û 10 hezarîde jî kes birîndar bûn. Piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan jin û zarok bûn. Êrîşa li hember Helebçeyê wek êrîşa herî mezin a kîmyewî ya li hember Kurdan derbasî qeydan bû.   Yek ji xeleka herî giran a Enfalê   Êrîşa li hember Halebçeyê yek ji parçeyê êrîşa Enfalê ya rejîma Saddam Huseyîn li hember Kurdan meşandibû. Komkujiya ku di komûtaya Alî Hasan El- Mecîd de ku wek ‘Alîyê Kîmyewî’ tê nasîn, pêk hat sînyala wê berê hatibû dayîn. Kesê nasnavê wî Aliyê Kîmyewî yanî Alî Hasan El Mecîd di 26’ê Gulana 1987’an de li ber rayedarên Partiya Baasê daxuyanî dabû.   Jiyana jinan hedef hat girtin   Êrîşa li hember Helebçeyê ne di eniyan de di navenda jiyanê de pêk hat. Jin, zarok, kal û pîr yên li malê xwe bûn bûn hedefa gazê. Mal, kolan, hewş û hemû qadên jiyanê veguherîn cihên mirinê.   Piştî komkujiyê ji jinan re hilweşîneke mezin ma. Jinên dema zarokên xwe diparastin jiyana xwe ji dest dan, jinên malbatên xwe winda kirin, jinên ji êrîşan xilas bûn lê bi nexweşiyan ketin. Helebçe ji bo jinan ne tenê demek, birîneke civakî bû.   Bombebaran û şahidî   Roja êrîşê li Helebçeyê bombebaranek mezin pêk hat. Li gorî şahidan li hewa ewrê gazê ava bûne, navber bi navber bombebaran pêk hatiye. Kêsên ji komkujiyê xilas bûn  diyar kirin ku ‘bîhna sêvan’ hebûye û bi mirovan re kuxik, korbûn, bîhn çikandin hatiye dîtin. Şahidan gotin ne tenê mirov, sewal jî bi komî telef bûne.   Çapemeniya demî Helebçe wek ‘ewrên mirinê’ dît   Komkujiya Helebçeyê di rayagiştî ya cîhanê de bi dîmen, wêne û nûçeyan hat dîtin. Rojnamegerên Îranê ku çûn cihê bûyerê diyar kirin ku jiyan sekiniye. Los Angeles Tîmes dîmenên li Helebçeyê wek ‘ewrên mirinê’ vegot.   Hinek rojnamegerên komkujî di cih de dîtin, Helebçe wek ‘bajarê cemidiye’ pênase kirin.   Heqîqet demek dirêj zelal nekirin   Der barê komkujiyê de demek dirêj zimanê ‘nezelaliyê’ hat bikranîn. Di serî de DYA û Îngîlîstan, hinek welatên Rojava wê demê zimanekî ne zelal bi kar anîn.Ligel vê bertekên qada navneteweyî ya li dijî komkujiyê jî qels man.   Ji ber vê jî Helebçe ne tenê bi komkujiya rejîma Saddam Huseyîn, bi siyaseta hêzên mezin a ku heqîqet zelal nekirin û dereng bertek nîşsn dan jî tê zanîn.   Dadgeha Cezays Bilind a Iraqê di 1’ê Adara 2010’an de Komkujiya Helebçeyê wek qirkirin nas kir. Li hinek welatan parlamentoyan êrîş  wek sûcê mirovahiyê pênase kir û şermezar kirin.   Saddam Huseyîn raste rast ji komkujiyê neyê cezakirin jî ji ber siyaseta komkujiyê ya rejîma Baasê hat darizandin.  Berpirsê sereke yê komkujiya Helebçeyê Alî Hasan El Mecîd hat darizandin û darvekirin.   Birîna li ser jinan ma   Li gorî rapora Human Rights Watch’un Enfal , siyaseta îmhayê ya di 1988’an de hatiye meşandin ne tê diyarkirin ku tenê hêzên şer, gund, malbat û sivîl hedef hatine girtin û barê herî giran li pişta jinan hatiye barkirin. Jinên ji êrîşan de xilas bûn bi şîn, hewldana avakirina jiyanê û zarokên ku malbatên xwe winda kirine re jiyana xwe domandin. Helebçe ji ber vê yekê ne tenê komkujî, navê kavila civakî ye jî. Bîrana di bîran de tevî 38 salan hîna nehatiye girtinê ye.