Di êrîşên DYA-Israîlê de 5 jê zarok 14 kesî jiyana xwe ji dest da 2026-03-12 18:52:21   NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA'yê têkildarî êrişên Îsraîl-DYA'yê yên li ser Îranê daxuyaniyek da û ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 5 jê zarok 14 sivîl hatin qetilkirin, 6 jî birîndar bûn.   Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) têkildarî êrişên 24 saetên dawî yên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) yên li ser Îranê û Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî da.   HRANA ragihand ku di nava 24 saetên borî de Îsraîl û DYA'yê li 22 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê herî kêm 208 êriş pêkanîna ku 4 baregehên leşkerî, navendên hêza besîc, baregehên Supayê Pasdaran, bîrên neftê, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan û qadên enerjiya atomî yên Îranê bûn.   Li gorî rapora HRANA di encama êrişên 24 saetan de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de 14 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan ku 5 ji wan zarok û 3 ji wan jin bûn, her wiha 6 welatiyên sivîl jî birîndar bûn. HRANA ragihand ku piraniya êrişan li ser Tehran, Sine, Îsfehan û Elburz hatine kirin.   Di heman raporê de HRANA destnîşan kir ku niha ji bo piştrastkirin kuştin û birîndarbûna 352 kesan lêkolîn tê kirin. Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA ragihand ku ji destpêka êrişên Îsraîl û Amerîkayê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, hezar 276 welatiyên sivîl hatine qetilkirin ku 205 jê zarok bûn