Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Divê lezgînî yekitiya neteweyî pêk bê 2026-03-04 11:55:03    AMED - Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk, têkildarî geşedanên li Îranê û Rojhilata Navîn, daxuyaniyê da û got: "Banga me ji bo hemû gelen Kurdistanê: divê pêvajoya dîrokî de bi lezgînî yekîtiya neteweyî pêkbîne û li hemberê hemû senaryoyên erênî û neyênî xwe amade bike."   Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk, têkildarî şerê li Îran û Rojhilata Navîn û rêyên çareseriyê, li avahiya Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat daxuyaniyê da.  Endamên înîsiyatîfê beşdarî civînê bûn. Metna kurdî ji hêla Hasan Ozculer ve û metna tirkî jî ji hêla Hafîze Îpek ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Rojhilata Navîn ji sed salan zêdetir e bi dest werdana emperyalîstan û kevneperestan  tê teşekirin. Ji salên notî û vir vebi pêşkêşiya Amerîka li ser armanca Projeya Mezin a Rojhilata Navîn şerê 3. Yê cîhanê tê meşandin armanc gorî berjewendiyên xwe dîzayneke nu çêkirin e.   Yên ku ji gelên herêmê re pêşniyariya demokrasi û azadî dikirin; Afganîstan, Iraq, Lîbya û Suriye bi xwînê, xirabkirinê û qeyranê re ru bi ru hiştin. Paş de civakên parçebuyî, çavkaniyên talankirî û pevçunên dijwar yên etnîkî û mezhebi hiştin.    Em vekirî dibêjin ku; çarenusa gelên Rojhilata Navîn dê ne li paytextên dewletên rojava yên hegemonîk bêne nivîsandin.  Em diyarkirina çaranûsa gelan mafê gelan dibînîn û diparêzîn.   Pêngava Amerîka û Îsraîlê ya li himberê Îranê xelekeke ji bo ji nu ve dîzayîn kirina herêmê ye. Ev destwerdan ne ji bo azadiya gelan ne jî ji bo demokrasîyê ye. Ji bo rêyên enerjî, serweriya jeopolitik û serdestiya herêmê ye.    Heman demê Rejîma Melan a xwediyê feraseta yekparêz û tundîker nayê qebulkirin. Serî de polîtîkayekê tund, bê wijdan li ser înkarê, sêdarekirinê, kuştinê, girtinê li ser Kurdan, Beluciyan, Ahwazan, Ereban, Azeriyan û Bahaiyan tê meşandin.   Em ne destwerdana hêzên hegemonîk ne jî rejma melan a tundîparêz di pejirênîn. Her dua liyan jî red dikîn. Ev şerê hanê ji bo Rojhilata Navîn û gelan ne azadî ne jî demokrasi tîne. Tênê dê xirapkirn û wêrankirina civakê û kurkirina êşan bi xwe re bîne.   Bê guman gelê herî xwedî bingeh û bihêz yên Rojhilata Navîn yek jî gelê Kurd e. Gelê Kurd ê çar parçan de dijî êdî ne bê vîn e. Kirdeyeke herêmî ye û diyarker e.   Rojhilata Navîn bê Kurdan nayê teşekirin. Li hemu welatên Kurd têde dijîn riya aramî, aştî û demokrasiyê  serî de diyarkirina  çarenusa gelê Kurd û gelendin û baweriyan e. Heman deme statuya wan destura bingehîn de diyarkirin e.   Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk tam ji ber vê  berpirsiyariya dîrokî hatiye avakirin. Armanca me zelal e. Xwirt kirina yekîtiya gelê Kurd e.  Bi ser bingehê azadî û wekhevîyê bi gelên din re jiyan e. Vîna hevbeş a siyasî mezin kirin e. Statûya gele Kurt bi aweyeke demokratik misoger kirine.  Em ne li aliye Amerîka û Îsraîlê ne, ne jî li alîyê rejîma yekparêz a Îranê ne. Em li aliyê Kurdên rojhilat û hemu gelên herêmê ne. Her wiha aliye pêşerojek azad, wekhev û demokratik în.   Dîyalog û hevkariya hêzên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê nirxeke dîrokî ye. Ev giyana yekîtiyê divê bê parastin û xurtkirin. Serkeftina Kurdan ne di parçebunê de ye, di dîplomasiyeke hevbeş, yekgirtina neteweyî û gelen demokrasi, azadî wekhevî xwaz de ye. Gele me yê Kurd bi mîlyonan li çar parçan û diyasporayê dijîn bi gele me yê rojhilat re dinava hevkari û piştevaniyê de ye. Ev hevkarî tenê ne bi hestane, bi polîtîk, rêxistinî ye û heman demê berpirsiyarîyeke dîrokî ye jî.   Berxwedana bi pêşkêşiya Jinên Kurd ên li rojhilat tê meşandin manifestoya azadî ya herî xurt e. Bi qetil kirina Jîna Mahsa Amînî re mezin kirina durişma “jin jiyan azadî” û serhildana wê ne tenê durşmeyeke, banga peymana civakeke nu ye. Jin azad nebe civak azad nabe. Ne pêkane.   Em wekî Înîsiyatîfa Demokratîk; hêz û têkoşîna jinan bingehê yekîtiya neteweyî û veguherîn û avakirina demokrasiye dibînîn.   Em wekî  Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk  ji vir bang dikîn;   Gelên Rojhilata Navîn ne mehkumê projeyên ji derve ne, an ji yên statîkoparêz û despotîkên herêmê ne.    Gele Kurd dê bê statu bûnê tucar qebûl neke.   Em dê yekîtiya xwe mezin bikîn. Vîna xwe bikîn yek. Pêşeroja xwe ya demokratik bi desten xwe ava bikîn.    Haman demê banga me ji bo hemu gelen Kurdistanê: divê pêvajoya dîrokî de bi lezgînî yekîtiya neteweyî pêkbîne û li hemberê hemu senaryoyên erênî û neyênî xwe amade bike.    Em wekî Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk vekirî xuya dikîn; gele Kurd dê êdî nebe destkêşê tu hêzên hegemonîk û despotik. Dê stuyê xwe ji siyaseta înkar û bê statû hiştinê re ne çevîne. Dê yekitiya neteweya xwe esas bigre û mafê çarenusa xwe ya diyarkirinî bi şêwaza fîlî û meşru biparêze. Heman demê yekîtiya Kurdan bike hêza diyarkirina aşitiya herêmê. Wekî din hêza gelê Kurd bike kirdeya avakirina Rojhilatanavîn a azad, wekhev û demokratik.    Em bang dikîn ku; Serî de gelên çar parçeyên Kurdistanê,  yên li diyasporayê û hemû gelên Rojhilatanavîn, li cem têkoşîna demokratik ên gelên Îranê bin û destek bidinê."