Windabûn û mirina biguman: Di her du dosyayan de nezelalî 2026-03-04 09:04:08   Şehrîban Aslan    AMED - Gulistan Doku tevî 6 sal derbas bûye hîna nehatiye dîtin, Rojîn Kabaîş ya li Wanê bi guman jiyana xwe ji dest da jî mirina wê ya bi gûman nezelaliya xwe diparêze. Malbat û rêxistinên jinan diyar dikin ku lêpirsînek bi bandor nayê meşandin û dawaza edaletê dubare dikin. Delîl, daneyên DNA’yê û xeleka îhmalkariyê jî li benda bersivê ne.   Gulistan Doku di 5’ê Çileyê 2020’an de li Dêrsîmê winda bû û tevî 6 sal derbas bûye hîna bûyer nehatiye ronîkirin. Piştî salan şûnde Rojîn Kabaîş li Wanê bi guman jiyana xwe ji dest da û dîsa wek bûyera Gulistan Doku ya Rojîn Kabaîş jî li benda ronîkirinê ye. Lêpirsînên hatin meşandin, tevî daxwaza edaletê ya malbat û jinan bi pirsnîşanan tije ye.  Nezelaliya di dosyayan de roj bi roj mezin dibe.   Hat diyarkirin ku sînyal nîşan didin ku Gulistan Doku herî dawî li Bendava Uzunçayirê hatiye dîtin. Lê di lêgerînan de encamek nehat girtin. Piştî salan şûnde  ji aliyê ekîbeke taybet ya hatiye avakirin qeydên kamerayê ji nû ve tên lêkolînikrin. Di dosya Rojîn Kabaîş de jî tevî raporên saziya Tipa Edlî  pirsên der barê daneyên DNA’yê de nehatine bersivandin. Malbatan diyar kirin ku wê dest ji têkoşîna xwe bernedin.   Li welat der barê mirinên biguman û windabûna jinan de lêgerîna edaletê didome û ev her du dosya ne şexsî ne, di heman demê de sembola nîqaşên lêpirsîneke bi bandor û zelal, bêcezahiştinê ne. Tevî sal derbas bûne jî hîna ne berpirs ne jî rastî derketine holê.   Gulîstan Doku   Gulistan Dokû di 5'ê Çileya 2020'î de li Dêrsimê di şert û mercên gumanbar de hat windakirin. Piştî ku malbata Gulistan Dokû di heman roja windabûna wê de çû Dêrsimê û "gilînameya windabûnê" da, xebatên lêgerînê dest pê kirin. Lêkolînan eşkere kir ku telefona desta ya Gulistan Dokû herî dawî li Viyaduga Sarisaltuk a li ser Gola Bendava Uzunçayirê hatiye dîtin. Bi berçavgirtina îhtîmala ku wê xwe avêtibe nav avê, xebatên lêgerînê li Çemê Mûnzûrê hatin kirin; lêbelê, ti şop nehat dîtin. Tevî hemû daxwazên malbat û parêzeran, ji bo Gulistan Dokû li bejahî tu xebatên lêgerînê nehatin kirin û rayedarên dewletê bi israr îdia kirin ku ew "di nav avê de ye", lê lêpirsînek berfireh nekirin.   Di dosyayê de heta niha sê dozger guherîn. Di 2024’an de dozgerê dawî yê hat di 25’ê Tebaxa 2025’an de ekîbek taybet ava kir. Dozger ji nû ve lêpirsîn da destpêkirin û talîmata ekîbek taybet da. Ekîba taybet delîlên dosyayê ji nû ve lêkolîn kir. Hemû dîmenênên Pergala Rêvberiya Ewlehiya Bajar (KGYS) û qeydên Pergala Naskirina Plakayê (PTS) yên ku roja beriya ku Gulistan Dokû winda bibe û roja winda bûye kom kir. 700 qeydên kamerayê yên bi KHYS’ê û dîmenên 700 saetî ketin dosyayê. Di dîmenên hatin lêkolînkirin de tu şop der barê Gulistan Dokû de nehatin dîtin û dîmen hîna tên lêkolînkirin.   Peywirdarê gelemperiyê   Parêzerê dosyayê Alî Çîmen diyar kiribû ku bi alîkariya maîlê kesekî sêyemîn di lêpirsînêde bi veşartî rola altîf girtiye û ev jî bi peywirdarekî gelemperiyê yê asta payebilind re kiriye.   ‘Em sirek mezin fêr bûn’   Di rojên borî de malbata Gulîstan Doku li ser hesabê X’ê der barê dosyayê de parvekirin kir û wiha got: “ Em sireke mezin fêr bûn. Piştî 6 salan şûnde gumanbar yek bi yek xwe digihînin me, ji ber dizanin ku şeytan mezin lîstiye û cînayet û hemû tiştên hatine jiyîn li ser wan dimîne û dibin qurban. Em niha evqasî bêjin.”   Her wiha malbat û rêxistinên jinan diyar kirin ku di dosyayê de lêpirsîneke bi bandor nayê meşandin û delîl baş nehatine komkirin û ji destpêkê de xelata îhmalkariyan heye. Tevî evqas sal derbas bû hîna aqûbeta Gulîstan Doku nehatiye zelalkirin.   Rojîn Kabaîş   Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş ya 21 salî ku 27’ê Îlona 2024’an ji wargehê derket û carek din venegeriya 18 roj şûnde di 15’ê Cotmehê de cenazeyê wê li Peravê Molakasim hat dîtin. Tevî salek di ser bûyerê re derbas bû hîna bûyer nehatiye ronîkirin. Piştî cenaze hat dîtin di rapora ji ATK’a Stenbolê hat de hat gotin ‘daneyê destdirêjiyê nehatine dîtin’ û salek şûnde di 10’ê Cotmehê de ji heman saziyê rapor hat û got li ser bedena Rojînê DNA’ya aydê du mêran hatine dîtin. Lê nehat aşkera kirin ku ev DNA aydê kê ne.   Malabat û rêxistinên jinan bi rojane aqûbeta Rojîn Kabaîş dipirsin û diyar kirin ku heta gumanbar neyên dîtin wê têkoşîn bê meşandin.   Bavê Rojîn Kabaîş Nîzamettîn Kabaîş der barê dosyayê de di 13’ê Çile de çû Enqereyê û bi wezîrê dadê re hevdîtin kir. Nîzamettîn Kabaîş daxuyakirin ku hevdîtin baş û erênî derbas bûye û got ligel parêzeran hevdîtin kirine û wek malbat dixwazin mirina keça wan bê ronîkirin.   Komîsyona Ji bo Rojîn Kabaîş Edalet di 30’ê Çileyê de li ber wezareda Dadê daxuyaniyek da û got: “Hûnê der barê saziyên ku nêrîna întîxarê afirandin, delîl veşartin û agahiyên şaş dan, lêpirsînê bidin destpêkirin.”