Li Rihayê atolyeya 'Guhertin û veguhertina mêrantiyê' 2026-03-01 15:33:41   RIHA – Di komxebateke bi navê "Guhertin û veguhertina mêrantiyê" de ku li Rihayê hat lidarxistin, hate tekez kirin ku guhertin û veguherîn bi takekesî dest pê dike û dû re jî civakî dibe.   Tevgera Jinên Azad (TJA) li Rihayê komxebateke bi navê "Guhertin û veguhertina mêrantiyê" li dar xist. Komxebat li Hola Konferansê ya Îbrahîm Ayhan a avahiya şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê a Rihayê hat lidarxistin. Gelek mêrên ku nûnertiya partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl dikirin, beşdarî komxebatê bûn. Aktivista TJA'yê Ruşen Seydaoglu, parêzer Şîlan Kizildamar û Sînan Turkmen, ku piştî 33 salan di girtîgehê de ma, beşdar bûn.   Di komxebatê rolên ku bi awayekî civakî hatine fêrkirin, bi taybetî jî têgeha "mêranî" ya ku ji hêla pergalê ve tê xwedîkirin, hatin nîqaşkirin. Di komxebatê beşdaran bal kişand ser ka têgeha mêranî çawa di jiyanê de, bi taybetî di têkoşîna demokrasiyê de, xwe nîşan dide û tekez kir ku pêwîst e her kes bi xwe re rûbirû bibe. Her wiha hat tekezkirin ku guhertin û veguherîn bi takekesî dest pê dike û dûv re dibe civakî û beşdaran girîngiya veguherîna mêraniya civakî destnîşan kirin.