Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî 2026-03-01 12:47:00    NAVENDA NÛÇEYAN  - Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê ragihand ku ew rengê weşana xwe diguherînin û bang li nivîskar, wergervan û hemû kedkarên Kurdî kir ku tevkariyê li vê weşanê bikin.   Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka ku li Almanyayê tê weşandin û li Ewropayê tê belavkirin, hewl dide weşana xwe ya Kurdî xurtir bike.   Bi vê armancê jî bangek li nivîskar, wergervan û her kesên bi Kurdî re eleqedar kir.   Bangawaziya rojnameyê bi vî rengî ye:   "Hevalên hêja, nivîskar, wergervan û hemû kesên ku bi Kurdî re eleqedar in.   Em wekî Edîtoriya Çand û Hunerî ya rojnameya Yeni Özgür Politika bi kelecaneke mezin radigihînin ku em rengê weşana xwe diguherînin. Heta ji me tê em ji nûçeyên rûtîn dûr dikevin. Em dixwazin rûpelên çand û hunerî bi naverokên çandî, hunerî, wêjeyî, tenduristî, civakî, dîrok, ekoloji, rexneyî geş û xurttir bikin da ku xwendevanên me jî bi kêfxweşî wan bixwînin.   Ji bo vê nûbûnê em bang li we dikin:   Nivîskarên ku dixwazin gotarên taybet, kurteçîrok, helbest, gotinên rexneyî an jî nivîsên wêjeyî bişînin, Wergervanên ku dixwazin berhemên edebî, çandî û hunerî yên ji zimanên din wergerînin Kurdî, Rexnegirên ku dixwazin pirtûk, fîlm, pêşangeh, konser, şano û bûyerên çandî bi awayekî kûr û profesyonel binirxînin. Em bi taybetî li nivîsên ku Kurdiya wan zindî, xweşik û dewlemend e digerin. Her nivîsek ku hûn bişînin dê alîkariya me bike ku rûpelên me hê xurttir bibin û xwendevanên me jî kêfxweş bibin.   Nivîs, werger û nirxandinên xwe ji kerema xwe re bişînin vê maîlê; kurdi   Em ê hemû nivîsên ku bigihîjin me bi baldarî bixwînin û yên ku li gorî standardên me bin di rojnameyê de bi navê we biweşînin.   Em bi dilgermî li benda nivîsên we yên bi çêjn, afirîner û Kurdî-xurt in. Bi hev re em rûpeleke çandî ya ku bi rastî tê xwendin û tê hezkirin ava bikin!   Bi rêzdarî û hezkirinek mezin em ji niha de dibêjin mala we ava.   Edîtoriya Çand û Hunerî/Rojnameya Yeni Özgür Politika"