Li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windayan hat pirsîn 2026-02-28 14:36:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û ÎHD, li Amed, Êlih û Colemêrgê di çalakiyên xwe yên vê hefteyê de aqûbeta Cuneyt Aydinlar, Tahîr Aslan, Mehmet Alî Aslan û Mehmet Yaşar pirsîn.   Li Amed, Êlih û Colemêrgê Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daketin qadan û li aqûbeta xizmên xwe pirsîn.   Amed    Xizmên Windayan û ÎHD'a Amedê di hefteya 890’emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu çalakiya xwe ya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” berdewam kir. Xizmên windayan, endam û rêveberên ÎHD'a Amedê, û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Cuneyt Aydinlarê ku 20’ê Sibata 1994’an de li navçeya Bakirkoy a Stenbolê hate binçavkiri û piştre tu agahî jê nehatin wergirtin hate pirsîn.   Xaltîka Cuneyt Aydinlar, Nuray Barçin got, “Îro ez li vir wekî dengê jiyaneke ku hatiye qutkirin, ya mirovekî bê gor diaxivim” û bi lêv kir ku ew wekî Dayikên Şemiyê, ji bo bîranîna Cuneyt Aydinlar ê ku di 28’ê Sibata 1994’an de di binçavan de winda bû û careke din li ser çarenûsa wî bipirsin li wir in.    Nuray Barçin diyar kir ku dema Cuneyt Aydinlar hatiye binçavkirin di bin çavdêriya dewletê de bûye û wiha domand, “Kî berpirsiyarê mafê jiyanê yê kesekî di bin çavdêriya dewletê de ye? Kesekî di bin çavdêriyê de çawa dikare winda bibe? Çawa dikaribû bi nîşanên ewqas giran ên îşkenceyê derkeve pêşberî şahidan? Çawa dikaribû piştî dengê çekan bê şop winda bibe? Em lêpirsîneke serbixwe, zelal û bi bandor dixwazin. Eger berpirsên giştî yên ku di vê bûyerê de hatine behs kirin berpirsiyar nebin, divê qanûn vê yekê destnîşan bike. Eger berpirsiyarî hebe, divê qanûn tiştê pêwîst bike. Ji ber ku mafê jiyanê ji aliyê Destûra Bingehîn ve hatiye garantîkirin.  Ji ber ku îşkence bi tevahî qedexe ye. Ji ber ku windakirina bi zorê sûcek li dijî mirovahiyê ye û ji bo wê dem derbas nabe.”   ‘Hûn bi înkarkirina windahiyan nikarin aştiyê ava bikin’   Nuray Barçin her wiha bal kişand ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” ku di 27’ê Sibata 2025’an de dest pê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Dayikên windayan bi salan e li van qadan in. Di baranê de, di sermayê de, di germê de… Ew hemû ji bo yek tiştî ye; çarenûsa zarokên wan. Ew navekî nagerin. Ew gorek digerin. Ew perçeyek hestî digerin. Ew heqîqetê digerin. Ji ber ku bê gor şîn nabe. Û bê rastî aştî nabe. Dem zalim e. Dayik yek bi yek bêyî ku bikaribin gorên zarokên xwe hembêz bikin, ji nav me diçin.  Bêyî ku em bikaribin duayekê bikin, bêyî ku em bikaribin dest bidin kevirê gorê. Em, yên ku li paş mane, ji bo dîtina perçeyek herî piçûk a yên xwe yên windabûyî û vegerandina wan bo welatê xwe têdikoşin.    Di seranserê dîrokê de, tewra piştî şeran jî cenazeyên miriyan radestî malbatên wan tên kirin. Ji ber ku rêzgirtina ji bo miriyan nirxa herî bingehîn a mirovahiyê ye. Li ser navê dayikan, em bang li her kesê ku di vê pêvajoyê de beşdar e dikin; çarenûsa kesên ku di dema binçavkirinê de winda bûne eşkere bikin. Kuştinên winda derbixin ronahiyê. Ji bo wan kesên ku bê gor mane, rihetiyek baş bidin. Bêyî eşkerekirina rastîyê, aştîya civakî nayê sazkirin. Me di komîsyona ku li meclîsê de hatiye damezrandin de çîrokên hezkiriyên xwe yên winda vegot. Lê rapora ku hatibû amadekirin de windakirinên bi zorê paşguh kirin. Bi înkarkirina windakirinan aştî nayê avakirin. Em li vir in. Me dev jê bernedaye. Em ê dev jê bernedin. Û em ê tim bipirsin; Cuneyt Aydinlar li ku ye?”   Piştre çîroka windabûna Cuneyt Aydinlar ji hêla endama Komîsyona Windayan a Şaxa İHD’ê ya Amedê Berfîn Elçî ve hat xwendin.   Daxuyanî bi deqeyeke çalakiya rûniştinê bi dawî bû.     Êlih   ÎHD'a Êlihê û Malbatên Windayan di hefteya 726'emîn de çalakiya xwe ya bi navê “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê li dar xist. ÎHD'ê û Malbatên Windayan vê hefteyê li aqûbeta Tahîr Aslan û Mehmet Alî Aslan ên ku di 1ê Adara 2001'î de ji aliyê polîsên sivîl ve li bazara japon a Êlihê hatibûn revandin û ji wê rojê ve tu agahî ji wan nehatiye girtin pirsîn. Di çalakiyê de rêveberên ÎHD'ê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û kuştin hildan. Metna daxuyaniyê ji aliye endamê ÎHD'a Êlihê Sedat Yildirim ve hate xwendin.   Sedat Yildirim diyar kir ku li gorî agahî û qeydên ku malbatê bidestxistiye Tahîr Aslan û Mehmet Alî Aslan di 1'ê Adara 2001'î de li derdora saet 12:30'an ji aliyê kesên çekdar ve ku cilên sivîl li ber wan bûn hatine revandin û wiha got: “Nêzîkî bazara japon a li Kolana 15'an li hember Bankaya Pereyan a Biyanî, hatine binçavkirin. Bi wesayîta plakaya 72 AF 678 ew birine. Piştî serlêdanên xizmên wan ên ji Walîtiya Êlihê, Dozgeriya Komarê ya Êlihê û Daîreya Polîsan a Êlihê di 2'yê Adara 2001'î de xizmên wan agahdarkirine ku Tahîr Aslan û Mehmet Alî Aslan ji aliyê Cendermeyan ve hatine binçavkirin. Gotine ku ew li Fermandariya Alaya Cendermeyan a Êlihê têne girtin. Tevî hemû lêgerîn û serlêdanên malbatên wan der barê kesên winda de tu agahî bi dest nexistine.”   Daxuyanî bi deqîqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   Colemêrg   Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û Xizmên Windayan di hefteya 216'emîn de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiya xwe domandin. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Gever û Şemzînanê beşdarî çalakiyê bûn.   Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Yaşar ê di 28'ê Sibata 1994'an de piştî li mala dohmama xwe ya li Geverê ji aliyê kesên ku xwe weke polîsan dane nasîn ve hate binçavkirin û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin hate pirsîn. Berdevka Komîsyona Windanan Eren Baskin çîroka Mehmet Yaşar xwend.   Eren Baskin diyar kir ku Mehmet Yaşar, piştî ku beşdarî merasîma cenazeyê hevalê xwe Mehmet Zekî Yilmaz bû hate şopandin û wiha got: “Mehmet Yaşar, fêm kir ku tê şopandin, çû mala dohmama xwe û li wir ma. Lê ev mal ji aliyê hêzên dewletê ve hat dorpêçkirin. Nêzikî saet di 20:00an de polîsan ku ji bo kontrola nasnameyê hatibûn malê, bi gotina “tu dê bi me re werî emniyetê” Mehmet Yaşar girtin û birin. Piştî ku malbat agahdar bû ku Mehmet Yaşar hat girtin, wan serî li qereqola cendermeyan a navçeyê û miduriyeta polîsan da. Lê girtina wî hat înkarkirin. Hemû daxwaz û serlêdanên ku ji bo hînbûna rewşa Mehmet Yaşar hatin kirin bê encam man. Her wiha, ne tenê tu lêpirsîn nehatin destpêkirin, lê lêgerîna malbatê ya ji bo dadperweriyê bi înkar û tehdîdan hate astengkirin.”   Daxuyanî bi daxwaza pêkanîna edaletê û darizandina kujeran bi dawî bû.