PE'yê Îlham Ehmed û Rohilat Efrînê guhdar kirin 2026-02-25 21:58:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên PE'yê Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn guhdar kirin. Di civînê de daxwazên Kurdan ji bo misogeriya destûrî, pirsgirêkên ewlehî û vegera li Efrîna, gefa DAIŞ’ê û rola YE’yê ya garantoriyê hatin nîqaşkirin.   Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn li Parlamentoya Ewropayê ya Brukselê daxwaz û rewşa Rojava ji parlamenterên Ewropayê re vegotin.   Endama Koma Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan (S&D) Evîn Încîr axaftina vekirinê ya konferansê kir. Evîn Încîr diyar kir ku entegrasyon girîng e, lê divê rêz ji mafên Kurdan re bê girtin.   Îlham Ehmed:Mîsogeriya desturî pêwiste   Îlham Ehmedê dema ku rewş û daxwazên Kurdên li Sûriyeyê vegot, anî ziman ku divê mafên Kurdan bi destûrî werin misogerkirin. Îlham Ehmed bal kişand ser têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ’ê û diyar kir ku ji bo Kurd di avakirina Sûriyeyeke nû de roleke xurttir bilîzin, li bendê ne ku tifqaên wan bêhtir piştgiriya wan bikin.   Îlham Ehmedê destnîşan kir ku hîn gefên DAÎŞ’ê berdewam dikin û di demên dawî de liv û tevgera wan hatiye dîtin û got, "Ji ber vê yekê, entegrasyon û bicihkirina leşkerî divê bi awayekî rast were kirin." Îlham Ehmedê der barê sînorkirina du saetan a perwerdehiya bi zimanê Kurdî de got ku ew vê yekê qebûl nakin û destnîşan kir ku divê ev yek wekî mafekî bingehîn di destûrê de were bicihkirin.   'Divê Efrînê Efrînê bi rêve bibin’   Îlham Ehmedê anî ziman ku derbarê vegerê de pirsgirêk hene û nêzîkî 50,000 kesên ji Efrîn hîn jî koçber in û got, "Divê ewlehî û rêveberî ji hêla gelê Efrîn ve bê meşandin. Lê di vî warî de hîn jî tu gav nehatine avêtin."   Îlham Ehmed diyar kir ku divê Kurd di nav dewlet û wezaretan de cih bigirin û got ku li Rojava pêdivî bi rêveberiyeke herêmî û ewlehiyê heye.   'Divê ji bo Kurdan bibe garnator’   Îlham Ehmedê bang li YE’yê kir û wiha berdewam kir: "Ji bo pêşîgirtina komkujiyan, di hikûmeta Şamê de cih bigirin û Kurd û gelên din di destûrê de werin naskirin, pêdivî bi garantora li qadê rewşê bişopîne heye.”   Rohilat Efrînê jî diyar kir ku di pergala heyî de herî zêde jin bêpar hatine hiştin û ew bi zihniyetek radîkal re rû bi rû ne. Rohilat Efrîn got: "Nebûna misogeriyê xetereya ku bi êrîşên nû re bimînin heye. Divê mafên jinan bi awayekî şênber werin parastin." Rohilat Efrînê bi bîr xist ku YPJ modeleke ku dikare li her derê jinan biparêze û wiha domand: “Xetere berdewam dikin, pêdivî bi garantoriyê heye."   Rohilat Efrîn diyar kir ku ger ev bibe, YPJ wê rola xwe di warên ewlehî û siyasî de bilîze û got: "Divê Yekîtiya Ewropayê jî piştgiriyê bide vê yekê."   ‘Xetereya DAIŞ’ê berdewam dike’   Îlham Ehmed û Rohilat Efrinê pirsên parlamenterên beşdarî konferansê bûn bersivandin. Îlham Ehmedê diyar kir ku ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanê danûstandin berdewam dikin û got ku rewşa mirovî ya li Kobanê xirab e.   Rohilat Efrînê anî ziman ku agahiyên ku DAÎŞ’î ketine nav artêşê hene û diyar kir ku hebûna DAIŞ’iyên di kampan de hîn jî rê li ber fikaran vedikin. Rohilat Efrîn destnîşan kir ku fikarên li ser mafên Kurdan berdewam dikin û ji ber ku Kobanê hîn di dopêçê de ye ev yek rê li ber fikaran vedike û got: ”Xetereya DAÎŞ’ê berdewam dike.”   Îlham Ehmedê li ser pirsekê wiha axivî: “Parlamentoya Ewropayê biryarek derxist ku dibêje divê Kurd werin parastin, lê ew ê bi kîjan mekanîzmayê werin parastin? Ji bo parastina Kurdan pêdivî bi mekanîzmayekê heye. Li qadê dikarin komîsyonekê ava bikin. Ew dikarin hem vê pêvajoyê bişopînin û hem jî naskirina mafên Kurdan a destûrî bişopînin.”   Yekitiya Ewropayê hat rexnekirin   Îlham Ehmedê tevî avaniyek demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin jî ji ber Yekîtiya Ewropayê wan venexwendiye, rexne kir.   Rohilat Efrîn diyar kir ku li Şamê hikûmetek demkî hatiye avakirin, lê Kurd tê cih negirtin. Rohilat Efrîn destnîşan kir ku her çiqaî wan ji bo wezîrtiyê namzetek destnîşan kiriye jî, lê heta niha ti gavên fermî nehatine avêtin. Rohilat Efrîn got, “Di vê serdemê de berpirsiyariya herî mezin ew e ku xwedî li Kurdan were derketin.”   Îlham Ehmed wiha bersiv da pirsê: "Ne rast e ku em federasyonê naxwazin" û destnîşan kir ku hêzên navneteweyî û bi taybetî DYE nêzîkatiyek navendî ya Şamê nîşan dan. Îlham Ehmedê got: "Em dibêjin ku pêdivî bi pergalek nenavendî heye. Me ev yek daxwaz kir. Ev yek nehat qebûlkirin."   Îlham Ehmed anî ziman ku eger peyman bi tevahî were bicihanîn wê rê li ber pêşveçûnek girîng veke. Îlham Ehmed derbarê sîstema dadweriyê de got ku hîn jî zelaliyek tune ye, lê agahî hene ku Şam dixwaze li ser bingeha şerîetê pergalek dadweriyê ava bike.