‘Divê ji bo mafê jinan û pêşeroja YPJ’ê gav bên avêtin’ 2026-02-25 20:39:04   NAVENDA NÛÇEYAN -  Îlham Ehemed li Parlamonetoya Ewropayê axivî û diyar kir ku divê mafê Kurdan di Destura Bingehîn ya Sûriyeyeyê de teqez be. Femandara YPJ’ê Rohilat Efrîn jî wiha got: “Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinê pêkhat. Divê mafê jinan bê parastin, rola YPJ’ê bê qebûlkirin.’   Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn ku di muzakereya bi Şamê re tê meşandin de cih digrin, li Parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê civîna çapemeniyê li dar xistin.   Endama S&D’yî ya Parlamentoya Ewropayê Evîn Încîr pêşengî ji bo civînê kir. Axaftina ewil endama PE’yê Daniel Attard kir. Attard piştevaniya xwe ji bo Kurdan diyar kir û wiha got, “Me beriya hefteyekî li Parlamentoya Ewropayê biryarek girt. PEyê bi dengekî xurt piştgiriya xwe ji bo Rojava diyar kir.”   Evîn Încîr diyar kir ku PE’yê dixwaze ku alîkariyên bi Şamê re girêdayî şertan be û mafên Kurdan were naskirin û wiha got, “Yekîtiya Ewropayê deyndarê Kurdan e, nikare wan biterikîne.”   Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) Îlham Ehmed destnîşan kir ku ew piştgiriya bi Kurdan û Rojava re wekî piştgiriya demokrasî û aştiyê dinirxînin.   Îlham Ehmed got: “Di serî de çareseriya pirsgirêka Kurd, avakirina Sûriyeyekî nû wekî piştgiriyê dibînin.Kurd û tifaqên wan li dijî DAIŞ’ê têkoşiyane û mirovahî ji xeteriyeke mezin rizgar kirine. Li hemberî van hewldanan, divê piştgirî daban ku mafên gelê Kurd di destûra bingehîn a Sûriyeyê de hatiba mîsogerkirin. Êrîş li dijî Kurdan çêbû û ev êrîşa li dijî demokrasiyê ye. Pergalek demokratîk heye ku mafên jinan mîsoger dike. Ev êrîş li dijî vê pergalê bû.”   Şer devam dike   Îlham Ehmed peymana ku di 29’ê Çileyê de bi Şamê re hate îmzekirin, bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser entegrasyina û agirbestê bû. Têkildarî vê peymanê hîn gelek gav hene ku nehatine avêtin. Di nava dewletê de, derbarê entegrasyona leşkerî, ewlehî û saziyên sivîl gav têne avêtin. Lê hîna jî kêmanî hene û nîqaş têne kirin. Lê gotina ku dikare rê li ber şer veke, dewam dike. Gotinên hêzên ku rasterast girêdayî hikûmetê ne, derbarê vê yekê de hene. Ji bo pêvçûn di navbera Kurd û Ereban de derkevin, hewldanên hem hundir hem jî hêzên herêmî hene.”   Divê mafên Kurdan bi destûrî bên misogerkirin   Îlham Ehmed wiha vegot: “Em gavên ku heta niha hatine avêtin erênî dibînin, lê ji bo ku mafên Kurdan di destûra bingehîn de were mîsogerkirin û li ser komîsyona destûra bingehîn ku Kurd di nav de cih bigrin, gav nehatine avêtin. Nûnertiya Kurdan a di saziyên dewletê de hîna pêk nehatiye. Tevlîbûna Kurdan di pêvajoyên biryarê û avakirina Sûriyeya nû de girîng e.Her wiha ji bo ku mafên jinan hem di destûra bingehîn û hem jî saziyên dewletê de werin naskirin, hîna kêmasî hene.”   Divê garantorên pêvajoyê hebin   Îlham Ehmed bal kişand ser xeteriya DAÎŞ’ê û destnîşan kir ku DYA’yê hê Sûriyeya nû nehatiye avakirin, biryara vekişîne girtiye û wiha got, “Di mijara çawa meşandina vê pêvajoyê de, hîna mîsogerî tune ne. Em jî dixwazin di vê civînê de dengê xwe bidin bihîstin. Em dixwazin garantorên vê pêvajoyê hebin. Em ê ji Yekîtiya Ewropayê re bibêjin ku ji bo pêkanîna peymanê were mîsogerkirin, pêwîstî bi garantoran heye. Ji bo mîsogerkirina pêşerojê pêwîstî bi alîkariyê heye. Der barê vegera penaberan de tu gav nehatine avêtin. Ji bo vê jî mekanîzmayek pêwîst e.”   Divê YPJ di nav artêşe de cih bigire   Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn jî wiha axivî: “Em bi saya têkoşîn û berxwedana gelê xwe li vir in. Misogerkirina destketiyên Rojava ji bo hemû beşên Kurdistanê girîng e.”   Rohilat Efrîn anî ziman ku di sala dawî de li Sûriyeyê bêaramî serdest e û wiha vegot:“Ji bo entegrasyonê divê misogerî hebin. Wekî YPJ’ê me daxwazên xwe, êkoşîna ku hatiye dayîn û şoreşa Rojava di bin pêşengiya jinan de pêşketiye danî holê. Divê pêşengiya jinan di Sûriyeya nû de were naskirin. Divê YPJ jî wekî hêzek jinan cihê xwe bigire. Ji bo parastina destketiyên Rojava û destketiyên jinan hewceyî bi hevgirtinê heye.”