DEM Partî: Ji bo îradeya aştiyê xurt bibe divê pergala Îmraliyê bi dawî bibe 2026-02-15 14:14:54   NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê diyar kir ku ji bo komploya navneteweyî ji dîrokê bê jêbirin û îradeya aştiyê xurt bibe, divê pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bê bidawîkirin û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi boneya salvegera 27’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. DEM Partiyê, diyar kir ku hêzên emperyal ji bo li Tirkiyeyê şerê etnîkî derxînin û li Rojhilata Navîn aloziyê kûr bikin, di şexsê Abdullah Ocalan de senaryoya tarî ya komployê xistine meriyetê.    Bi domdarî hate gotin ku bi komployê hate xwestin ku hebûn û îradeya gelê Kurd were tunekirin û Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî, fikrî û îdeolojîk were teslîmgirtin. Bi domdarî hate diyarkirin ku komplo ji her alî ve nehatiye ronîkirin û komplo bi helwesta Abdullah Ocalan û bi israra wî ya di jiyaneke hevpar a demokratîk de vala hatiye derxistin. Hat destnîşankirin ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê jî banga siyasî ya xurt a valaderxistina komployê bû.     Di berdewamê de hate gotin ku îşaret bi êrişên ser Rojava hate kirin û hate gotin ku komplogeran xwestin komploya duyemîn li Rojava bikin lê belê bi saya berxwedana gelê Kurd û dostên wan, bi xwedîderketina lîderên siyasî yên Kurd û bi mudaxileya civaka sivîl û siyaseta herêmê ev komplo jî vala hatiye derxistin.    DEM Partiyê, da zanîn ku ji bo komploya navneteweyî ji dîrokê were jêbirin û îradeya aştiyê xurtir bibe, hewceye pergala tecrîdê a li Îmraliyê were bidawîkirin, şert û mercên xebateke azad a Abdullah Ocalan û mafê hêviyê bên cîbicîkirin.