Li Kobanî zarokekî din jiyana xwe ji dest da 2026-02-15 10:21:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Kobanê ku 27 roj in di dorpêçê de ye, zarokê 12 salî Dildar Rêzan Hiso ku tedawiya wî li Helebê dihat kirin, ji ber rê girtî ne jiyana xwe ji dest da.    Dorpêça HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk a li ser bajarê Kobanê ya rojavayê Kurdistanê didome. Ji ber dorpêça li ser bajêr, xwegihandina xizmetên tenduristiyê ya li bajar her ku diçe zehmettir dibe. Gelek welatiyên ji ber nexweşiyên xwe divê li derveyî bajar tedawî bibin hene lê ji ber ku rê girtî ne, nikarin biçin tedawî bibin. Yek ji wan jî zarokê 12 salî Dildar Rêzan Hiso bû.   Malbata Dildar Hiso ew demeke dirêj bû li nexweşxaneya El Camiî ya Helebê ew tedawî dikir. Piştî 26 rojan ji dorpêçê laşê Dildar êdî nema tehemûl dikir, diviyabû derbasî Helebê bûbane. Duh Dildar Hiso ji ber nexweşiya xwe ya Breez li nexweşxaneya Kobanê jiyana xwe ji dest da.   Li gorî agahiyên malbata wî dan; bijîşkê tedawiya Dildar dike li Helebê ye, dikarîbû wî derman bike û ew wefat neke. Ji ber dorpêça li ser Kobanê û girtina rêya di navbera Kobanê û Helebê de, malbatê nikarîbû Dildar derbasî Helebê bike. Ji ber vê yekê jî jiyana xwe ji dest da.