26 roj in Kobanê di dorpêçê dê ye 2026-02-14 14:08:59   NAVENDA NÛÇEYAN -26 roj in Kobanê di nava dorpêçekî gelekî giran de ye, lê berxwedaniya gel di asta herî bilind de dewam dike.   Li bajarê Kobanê ya dorpêçkirî, berxwedaniya gel di asta lûtkeyê de ye, ruxmî rewşa krîtîk a gel, lê ji dayîk, ciwan, jin û ixtiyaran, heta bi zarokên ku bi dayİkên xwe re tên, parastina bajarê xwe dikin.   Li Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd li pêşiya DAIŞ a nûjen berxwedaniyeke ji polayê nîşan dide. Xelkên Qamişlo, Hesekê, Dêrik, Dirbêsiyê, Tirbêspiyê, Rimêlan, Kobanê û hwd li van bajaran, bajarok û gund bi gund berxwedaniyeke bê hempa raber dikin. Bi taybet li bajarê Kobanê ku sînaroya berxwedaniya 2014 û 2015’an careke din dubare dibe, ku bi serkeftinê tacîdar bû. Li Kobanê 134 rojan berxwedan hate raberkirin, DAIŞ têk çû.   Heta niha li bajarê Kobanê ku di wê berxwedaniyê de bi rêjeya ji sedî 70 wêran bibû, beşeke mezin weke muzexane hat hiştin. Hîna jî li wê muzexanê çîrokên ku di bin wan kavilan de mane, veşartî ne. Li wê muzexanê her darek jî dibin çîrokek û her pelek ji daran şahidiya wê berxwedaniyê dikin.    Beriya berxwedaniya Kobanê di sala 2013’yan de Kobanê dîsa di nava dorpêçeke gelekî giran de bû. Ji sala 2013’yan ve dest pê kir û heta salên serkeftinê yên 2015’an dirêj bû. Gel berxwedaniyeke bê hempa raber kir ku niha careke din ew berxwedanî tê kirin û bi wî ruhî dawiya vê berxwedanê jî serketin e.   Li bajarê Kobanê ku di salên şoreşê de gel careke din parastina bajarên xwe dike, bi hezaran ciwan ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê, çeka xwe hilgirtin û tevlî nava refên têkoşînê bûn. Bi hezaran jin û ciwan, bi şev û roj aliyekî çeka wan di destê wan de û aliyekî din jî tola bi salan hildidan.   Jin û ixtiyar jî bi wê feraseta ruhê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta niha jî wê berxwedaniyê misoger û mayînde dikin, bi ruhê hevgirtina gelê Kurd li Kobanê careke din efsane çêdibin. Di berxwedaniya Kobanê de hemû zaravayên Kurdî hebû, li Kobanê Kurdistan hatibû ba hev û ji Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakur bi wê ferasetê berxwedanî dikirin. Niha careke din bi wî ruhî Kobanê li ber xwe dide û bi ruhê Arîn, Gelhat û Zehrayan wê serkeftin teqez be.