Li Amûdê belavkirina alîkariyan didome 2026-02-04 19:47:57     NAVENDA NÛÇEYAN- Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî û saziyên sivîl, bi armanca piştgirî û sivikirina êşên malbatên koçber ên ji Efrîn û Şahbayê ku ji ber êrişên li ser Reqa û Tebqayê li bajarê Amûdê bi cih bûne belavkirina alîkariyên mirovî didomînin.   Di çarçoveya destpêşxeriyên gelêrî yên li bajarê Amûdê de, bi armanca sivikirina zehmetiyên mirovî yên koçberan, Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî bi hevkariya saziyên sivîl belavkirina alîkariyên mirovî li malbatên koçber didomîne.   Welatiyên Efrîn û Şehbayê, ji ber êrişên komên hikumeta demkî yên di 19ˊê Çileyê de careke din ji bajarên Reqayê û Tebqayê reviyan, li gelek mizgeft û dibistanên kantona Cizîrê bi cih bûne.