Serap Bûrak piştî 11 salan şûnde hat tahliyekirin 2026-02-04 19:39:18   STENBOL- Serap Bûrak ku di sala 2015'an de hatibû girtin, îro hat berdan. Serap Burak got: "Rojava bi ser ket."   Serap Burak ku di sala 2015'an de li navçeya Rezan a Amedê hat binçavkirin û paşê hat girtin û li Girtîgeha Jinan a Gebze ya Kocaeliyê dihat girtin, piştî 11 sal û 3 mehan hat berdan. Serap Burak, li ber girtîgehê ji aliyê MATUHAYDER, MEBYA-DER, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Rêxistina DEM Partiyê ya Gebzeyê ve hat pêşwazîkirin.   Serap Burak ku piştî serbestberdanê axivî, anî ziman ku ew ê dev ji têkoşînê bernedin û got: "Em di pêvajoyeke pir girîng re derbas dibin. Hevalên me yên girtî jî li benda gavên pêwîst in ji eniya Tirkiyeyê. Gotin ku Rojava dê ji bo vê pêvajoyê asteng be, lê wisa nebû; Rojava bi ser ket."   Serap Bûrakê anî ziman ku ew bawer dike ku dê bi vê pêvajoyê re hemû girtî azad bibin.