Li Sydneyê çalakiya piştgiriyê ya bi Rojava re 2026-02-02 21:51:26   NAVENDA NÛÇEYAN -  Di çarçoveya 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava ya Cîhanê de, li bajarê Sydneyê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava hatin şermezarkirin û peyamên piştevaniyê ji bo gelê Kurd hatin dayîn.   Di çarçoveya 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava ya Cîhanê de, li navenda bajarê Sydney ê Avusturalyayê çalakiyek hat lidarxistin û êrîşên li ser Rojava hatin protesto kirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl peyamên piştevaniyê dan gelê Kurd.   Çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) û Komeleya Ciwanên Kurd a Sydneyê ve hat organîzekirin, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên li Awusturalyayê beşdar bûn. Nûneran peyamên xurt ên piştevaniyê ji bo Rojava û gelê Kurd pêşkêş kirin.   Li ser navê DKTM’ê Baran Soğut axivî û bal kişand ser wê yekê ku armanca êrîşên li ser Rojava, tasfiyekirina gelê Kurd û destkeftiyên ku bi berdêlên giran hatine bidestxistin e. Soğut got: “Li dijî vê konsepta îmhayê, em ê wek gelê Kurd û dostên wan her tim di nava çalakiyê de bin.”   Hevserokê Federasyona Civaka Demokratîk a Kurd a Awusturalyayê Brusk Ayveri jî di axaftina xwe de diyar kir ku ji Rojava heta Rojhilat, ji Bakur heta Başûr hemû gelê Kurd, li Kurdistanê û li derveyî welat bi ruhê yekîtiya neteweyî li dijî van êrîşan rabûye ser piyan. Ayveri got: “Tiştê ku dê me wek gel ewle bike û pêşerojeke azad biafirinê, ev ruhê yekîtiyê û têkoşîna hevpar e. Divê em heta dawiyê di vê yekê de bi biryar bin.”   Parlamenterê Partiya Lîberal Julian Lesser jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku divê Awusturalya li hemberî êrîşên li ser gelê Kurd bêdeng nemîne. Lesser behsa dabeşbûna dîrokî ya Kurdan û komkujiyên ku pê re rû bi rû mane kir û wiha axivî: “Her çend koma etnîkî ya çaremîn a herî mezin a Rojhilata Navîn bin jî, nêzî 35 mîlyon Kurd di navbera sînorên Iraq, Tirkiye, Sûriye, Îran û Ermenistanê de dabeş bûne. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, derfeta dewletekê ji bo Kurdan çêbûbû, lê bi Peymana Lozanê ya 1923’yan re ev hêvî ji holê hat rakirin. Kurd gelek caran bûn qurbana hesabên polîtîk ên hikûmetên ku berjewendiyên xwe li pêş didîtin.   Parlamenterê Partiya Karker a desthilatdar Nathan Hagarty jî li ser hewildanên di asta parlamenê, federal û navneteweyî de agahî dan. Hagarty diyar kir ku wan bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Abdî re hevdîtineke serhêl pêk aniye û nameyek ji Wezîra Karên Derve Penny Wong re şandiye û bang kir ku Awusturalya ji bo çareseriyeke aştiyane li Bakurê Sûriyeyê fişara dîplomatîk bike. Hagarty her wiha destnîşan kir ku divê pêvajoya avakirinê hemû gelan li xwe bigire û peymana 10’ê Adarê bi temamî were sepandin.   Papaz Bill Crew jî di axaftina xwe de diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji aliyê gelên cîhanê ve tê piştgirîkirin. Crew got: “Gava hûn qala Kurdistanê û gelê Kurd dikin, bi mîlyonan Awusturalyayî heman tiştî dibêjin: Hûn hemû heqê azadiyê dikin. Hê yekşema borî ez li Londonê bûm. Li Meydana Trafalgarê mîtîngeke mezin a 40 hezar Kurdan hebû. Min li wir jî got; ez tu Brîtanyayiyekî nas nakim ku piştgiriyê nade gelê Kurd. Her wiha, ez tu Cihûyekî nas nakim ku dema ez diçim cem û dibêjim ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’ nabêje ‘erê’. Gava em qala azadiya gelê Kurd dikin, her kes dibêje ‘erê’. Hûn gelek caran ji aliyê hemû hikûmetên li ser rûyê erdê ve rastî xiyanetê hatin. Lê ji aliyê gelan ve na. Gel bi we re ne, mirovatî bi we re ye. Em mirov bawer dikin ku em hemû azad ji dayik bûne. Divê em hemû azad bin. Lê her tim hinek derdikevin û dixwazin azadiya we ji destê we bigirin. İşte divê em ji vê re bibêjin bes e.”   Nûnerê Tifaqa Sosyalîst Peter Boyle jî bal kişand ser dorpêça li ser Kobanê û xwest ku ji bo dabînkirina korîdora alîkariya mirovî ya ewle garantiyên navneteweyî werin xwestin. Boyle got: “Ezmûna Rojava nîşan dide ku gava jin werin bihêzkirin, pêşerojeke cuda gengaz e.”   Hate ragihandin ku di çarçoveya piştevaniya bi Rojava re, roja çarşemê li paytext Canberra li ber parlamentoya federal çalakiyeke girseyî were lidarxistin.