Dayik ji Balyozxaneya Sûriyeyê gotin: HTŞ DAIŞ'a nûjen e 2026-01-29 15:41:16   STENBOL - Dayikên Aştiyê yên Stenbolê di dawiya çalakiya xwe de li pêşiya Balyozxaneya Sûriyeyê daxuyanî dan û gotin: “HTŞ DAIŞ'a nûjen e.”   Dayikên Aştiyê yên Stenbolê çalakiyên xwe yên li dijî êrişên ser Rojava bênavber didomînin. Dayikên Aştiyê di 26'ê Çilêyê li pêşiya Balyozxaneya Ingilîstanê, di 27'ê Çileyê li pêşiya Balyozxaneya Îsrailê, 28'ê Çileyê jî li pêşiya Balyozxaneya Amerîkayê daxuyanî dan û çelenk danîn pêşiya deriyên balyozxaneyan.   Dayikên Aştiyê îro di çarçoveya çalakiyên xwe de li pêşiya Balyozxaneya Sûriyeyê kom bûn û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî” û “Kujer Colanî” berz kirin.   Dayika Aştiyê Feleknas Karabaş di çalakiyê de diyar kir ku HTŞ, DAIŞ'a nûjen e û wiha axivî: “Bila dewleta Tirkiyeyê çek nedê HTŞ'ê. Bi destê dewleta Tirk, ev kuştin pêk tên. Zarok tên kuştin. Di tu qanûnan de tişteke wisa tune ye. Gelê Tirkiyeyê mafê Filîstînê dixwaze lê ji gelê Kurd re tiştekî nabêje. Gelê Kurd ev dehan sal in li Rojava li ber xwe dide. Piştî vê demê pêş ve çûyîn nîn e. Ev dewletên mezin bila nebêjin Kurd tune ne, Kurd hene. Sivîl, zarok tên kuştin keziyên jinan tê jêkirin. Tu wicdan vê tiştê qebûl nakê. Em hemû Kurd îro li ser pêyan in mafê xwe dixwazin.”   Dayikan Aştyê di çalakiya xwe ya dawî de çelenga reş a ku li ser ‘Em şermezar dikin’ dihat nivîsandin danîn li pêşiya balyozxanayê. Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.