Li Bêrecûkê êrîşên li ser Rojava tên protestokirin 2026-01-29 13:52:55   RIHA - Êrîşên li ser Rojava li navçeya Bêrecûkê bi meşekê tên protestokirin.   Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê êrîşên li ser rojavayê Kurdistanê bi meşekê li Bêrecûkê protesto dike. Meşa ku bi dirûşma "Bila komkujî û êrîşên li ser Rojava bi dawî bibin" tê lidarxistin, ji aliyê parlamenterên Rihayê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ve tê rêvebirin.   Girseya ku li navenda navçeyê kom bûye, bi pankarta "Rojava berxwedan, wijdan û azadî ye" ber bi avahiya navçeya Bêrecûkê ya DEM Partiyê ve dimeşe.   Hûrgiliyên nûçeyê tên...