Li Çemçemalê peykerê ‘Kezî’ hate danîn 2026-01-29 13:46:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Peymangeha Hunerên Ciwankariyê ya Çemçemalê di çarçoveya piştevaniya ji bo Rojavayê Kurdistanê de, peykerek 5 metreyî ya  ‘Kezî’ hate danîn.   Çalakî û xwepêşandanên di çarçoveya piştgiriya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê de, li Başûrê Kurdistanê berdewam in. Li bajarokê Çemçemalê yê ser bi parêzgeha Silêmaniyê, çalakiyek piştgiriyê hate lidarxistin.   Li peymangeha Hunerên Ciwankariyê ya Çemçemalê bi amadebûna berpirsên perwerdeyê û xwendekaran rêzeçalakiyên hunerî ji bo piştgiriya berxwedana Rojava hatin lidarxistin.   Rêzeçalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê cangoriyên berxwedana Rojava û bi xwendina Sirûda Neteweyî ‘Ey Reqîb’ destpê kir.   Di heman çarçoveya rêzeçalakiyan de, peykerek 5 metreyî ji aliyê xwendekarên peymangehê ve ji keziyê hate çêkirin. Ji aliyê Rêveberê Perwerdeya Çemçemalê Qasim Elî û Rektorê Peymangeha Hunerên Ciwankariyê ya Çemçemalê Dara Elî ve perde li ser peyker hate rakirin.