Bi tevlibûna mîlyonek kesî wê li Silêmaniyê çalakî bê lidarxistin 2026-01-23 00:00:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê dê bi beşdariya milyonek kesî mîtîngek piştgiriyê ji bo Rojavayê bê lidarxistin.   Ji bo piştgiriya berxwedana Rojava û şermezarkirina êrişên HTS-DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, li ber Parka Giştî ya Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Federe bi beşdariya milyonek kesî dê mîtîngek bê lidarxistin. Mîtîng dê saet di 14:30'an de pêk were.   Komîteya Amadekar bang li hemû Herêma Kurdistana Federe kir ku beşdarî mîtîngê bibin.