Li Pirsûsê ji bo meşa wê pêk bê bang 2026-01-20 23:03:53   RIHA -  Li Pirsûsê rêveberên partiyên siyasî yên navçeyê û parlementerê Rihayê Ferît Şenyaşar ji bo meşa ku li dijî êrişên li ser Rojava dê li Pirsûsê bê darxistin, li kolanên Pirsûsê xebat meşandin û gel vexwendin meşê. Li Pirsûsê ya girêdayî Riha yê endamên partiyên siyasî, rêveberên navçeya Pirsûsê û Parlementerê DEM Partiyê ji bo meşa ku li dijî êrişên li ser Rojavayê dê 22’yê Çile de li Pirsûsê  bê darxistin kolan kolan xebat meşandin û gel vexwendin meşa Pirsûsê. Gel Ferît Şenyaşar, rêveberên navçeyê û endamên partiyê siyasî bi coş pêşwazî kir û tevlî xebatên meşa li dijî êrişên li ser Rojava bûn. Piştre fîşekên hewayî hatin teqandin.