Li sînorên Qamişloyê nobetê dest pê kir 2026-01-20 19:17:31   MÊRDÎN - Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir da zanîn ku li ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê nobetê didin destpêkirin, bang li gelê Bakurê Kurdistanê kir ku berê xwe bidin Rojava û got: “Îro roja rûmeta gelê Kurd e. Rûnenên, rabin ser pêyan.”   Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Bakurê Kurdistanê ji bo piştgirî bidin banga seferberiya neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê li ser sînorê Nisêbîn û Qamişlo dest bi nobetê hate kirin. Hevserokên Giştî yên DBPê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar, rêveberên DBP, DEM Partiyê, parlamenterên DEM Partiyê, aktîvîstên TJAyê,  nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatî tev li nobetê bûn.   ‘Heta ku ev şer raneweste em ê li ser sînor bin’   Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir ji bo Rojava bang li gelê Kurd û hemû gelên cîhanê kir û wiha got: “Em îro li Nisêbînê ne, li ber sînor in pêncî mîtro pişt me li ser xwişk û birayên me komkujiyek pêk tê. Em ji vê saetê û şunde ev koma li vir me biryar daye ku em li vir bin. Heta ku ev şer neyê rawestandin heta ev êrişên li ser Rojava neyên sekinandin em ê li vê derê li ser sînor em ê li ber xwe bidin. Me biryareke dîrokî daye, em bang li gelê xwe dikin, li ku derê bibe bila bibe heke derfet û îmkanên wan hebin, em bang li gelê xwe yên li bajar, navçe û gundan dikin, em bang li gelê xwe yê Nisêbînê û Mêrdînê dikin werin em bi sed hezaran berê xwe bidin Nisêbînê.”   ‘Îro roja rûmeta gelê Kurd e’   Keskîn Bayindir bang li gelê başûrê Kurdistanê jî kir û wiha domand: “Bang li gelê xwe yê Başûr dikin hûn jî berê xwe bidin Deriyê Sînor ê Sêmalka û bi sed hezaran berê xwe bidin Rojava. Îro roja rûmeta gelê Kurdistanê ye. Îro roja rûmeta gelê Kurd e. Îro dê dîrok were nivîsandin. Îro wê qedera gelê Kurd were nivîsandin. Ew jî dê bi berxwedan û têkoşînê were nivîsandin. Ewên ku teslîmiyetê, çokdanîn û serîtewandinê li me ferz dikin, bila guh bidine bidine me; em serî natewînin. Heta ku ev êriş bên sekinandin em ê li ber xwe bidin. Bangawaziya me li gelê me ye; rûnenên rabin ser pêyan.”