Ciwanên êzidî: Em ji seferberiyê re amadene 2026-01-19 15:09:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Ciwanên Êzidî bi daxuyaniyeke çapemeniyê bersiva banga seferberiyê ya li dijî êrişên da û hate gotin, ew ji seferberiyê re amade ne.   Tevî hevdîtin û diyalogê jî çeteyên ser bi Colanî û dewleta Tirk bênavber êrişê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Çete hewl didin çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehan de rizgar bikin. Ev pêşdeçûna çeteyan xeteriyeke cidî ji bo hemû gelan, bi taybet ji bo civaka Êzidî û Kurdan jî çêdike.   Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya jinên Ciwan ên Şengalê bi daxuyaniyeke hevpar bersiva bangên ji bo seferberiya ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê dan. Daxuyanî li Meclîsa Gel a Sinûnê ji aliyê Berdevka YCÊ Lîza Xêrî ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de wêneyên berxwedêrên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî hatin rakirin.    'Em ê xwedî derkevin'   Lîza Xêrî şehîdên berxwedana Helebê bi bîr anî û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di vê dema ku li Rojhilata Navîn de gelek geşedanên girîng rû didin de, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi destê DAIŞ’ê komkujî tên kirin. Bi awayeke hovane êrişê taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin ku Êzidî jî tê de hebûn. Hêzên Asayîşê li wir bi riheke fedayî bersiva êrişan dan û gel parastin. Em di şexsê pêşengê berxwedana Helebê şehîd ziyad de hemû hevalên canê xwe feda kirin bibîrtînin. Em wan şehîdan tev birêzdarî bibîrtînin û sonda xwedî derketina li bîranîna wan didin. Mirovahî careke din li Rojava dît, îradeya şervanên Apoyî ji hemû hêzên desthilatdar bihêztir e.”   'Îradeya jina azad hedef dikin'   Ciwanên Êzidî diyar kirin wan çawa berê li ber xwe da be, ew ê îro jî li ber xwe bidin û daxuyanî wiha dewam kir: “Dewlet neteweyên îro ji bo berjewendiyên xwe mafên gelan binpê dikin û dixwazin xwe li ser gelên azadîxwaz serwer bikin. Di van şerane de destpêkê îradeya jina azad hedef dikin. Ev jî dide nîşan tehemûla wan ji van jinên azad re nîne. Em dizanin ev çeteyên bêserûber êrişê gelê me dikin, çeteyên dewleta Tirk in. Hêzên navnetewî jî çavê xwe ji van hovîtiyan re girtîne. Em ji dîrokê heya niha bi hêza xwe ya cewherî li berxwe didin û bîrdozaiya xwe ya netewa demokratîk têdikoşin. Çawa me di fermanê de li berxwedabe û li pêş dagirkeriyê sekinîbin em ê niha jî li gel Rojavayê Kurdistanê bin.”   'Ji bo azadiyê têbikoşin'   YCÊ di daxuyaniyê de eşkere kir, ew bersiva banga seferberiyê ya ji bo Rojava didin û wiha hate gotin: "Di vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo daye destpêkirin de ev êriş nayên qebûlkirin. Rêber Apo got, ev rewş hewldana têkbirina pêvajoyê ye. Rêbertî, xwest pirsgirêkên li Sûriyeyê bi rêya diyalogê were çareserkirin. Dîsa Rêber Apo ragihand ku amade ye berpirsyariyên xwe bi cîh bîne. Em jî weke ciwanên Êzidxanê her timî û her demê ji bo serxistina pêvajoyê li gel Rêberê xwe ne. Em weke ciwanên Êzidxanê berxwedana gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê silav dikin û diyar dikin, li pişt wan in. Em ji banga seferberiyê ya KCK’ê re amade ne û em ê  ji bo azadiyê têkoşîn bikin.”