Li Mêrdînê mirina biguman 2026-01-11 21:49:40     MÊRDÎN – Li Mêrdînê hat îdiakirin ku Çîgdem Akyuz dawî li jiyana xwe aniye.   Li navçeya Mîdyad a Mêrdînê hat îdiakirin ku Çîgdem Akyuz di 8’ê Çile de hewldaye xwe întîxar bike û bi giranî birîndar bû. Piştî xizmên wê agahî dan Çîgdem Akyuz rakirin nexweşxaneyê û piştre jî rakirin Nexweşxaneya Tipa Zanîngeha Dîcle ya Amedê. Tevî hemû mudaxaleyan Çîgdem Akyuz nehat xilaskirin.   Cenazeya Çîgdem Akyuz li gundê Heştrêk a Mîdyadê hat definkirin.