Hêzên dewletê li Sistan-Belucistanê agir berdan malan 2026-01-02 15:54:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Li eyaleta Sistan-Belûcistanê ya Îranê hêzên ewlekariyê avêtin ser gundê nasî yê Zahedanê û agir bredan malên bi belgeya fermî û hilweşandin.   Hêzên çekdar ên xwecihî yên bi fermandariya Mûhammed Şahûzehî yê ser bi Muxafizên Şoreşê, ketina gundê Nasî yê herêma Hace Mask girtin, bendên kontrolê danîn û gule reşandin hewayê. Li gorî dîmen û raporên ji qadê, hêzên çekdar xaniyên têne lêkirin xera kirin, agir berdan avahiyan û li gundiyan dan.   Gundiyekî got, "Agir berdan mala min, jiyana min tine kirin. Bi qontaxa tivingê li min dan, bi erdê re kişandin. Cihekî min nîne ku êdî lê vehewim."   Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku hemû zevî û malên ku bûn hedef xwedî tapûyên fermî ne. Tê gotin, ev êriş parçeyek ji polîtîkaya desteserkirina milkên gelê Belûc e.