Li Amedê berteka li dijî 11'emîn Pakêta Darazê 2025-12-31 14:41:16   AMED - Li Amedê jinan li dijî 11'emîn Pakêta Darazê ku rê li ber berdana sûcdarên ku li dijî jin û zarokan sûc kirine vekir, bertek nîşan da û biryardariya xwe ya ji bo têkoşînê destnîşan kirin.   Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) û Tora Têkoşîna Li Dijî Tundûtûjiyê ya Amedê li ber dadgehê 11'emîn Pakêta Darazê protesto kirin. Tevî berfa zêde ya li bajêr, gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Di dema daxuyaniyê de, pankarta bi nivîsa "Em li dijî 11'emîn Pakêta Darazê a ku kujerên jinan serbest berdide" û wêneyê Rojda Yakişikliyê ku ji aliyê Okay Gur ê ji ber vê pakêta darazê hat berdan hatibû kuştin, hatin hilgirtin.   Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlenê daxuyaniyê xwend. Sûzan Îşbîlenê diyar kir ku desthilat li hember zêdebûna kuştinên jinan û tundiya mêran bêdeng dimîne. Sûzan Îşbîlenê got: "Bi pakêtên reforma darazê û rêziknameyên înfazê yên ku desthilat dem bi dem tîne holê, rê li ber serbestberdana kujerên jinan û sûcdarên tundiyê bi rêya serbestberdana bi çavdêrî tê vekirin. Em ji qanûndanêr û desthilatê dipirsin: gelo hûn bi rastî ji xetereyên ku ev berdan dê ji bo jinan û civakê bi tevahî biafirînin û windahiyên bêveger ên ku ew ê çêbikin bi fikar in? Em dizanin ku fikra 'Ez ê cezayekî hindik bixwim û derkevim' a sûcdarekî ku mafê jiyanê yê jinê binpê dike, kujerên potansiyel cesaret dike."   Sûzan Îşbîlenê destnîşan kir ku di 11 mehên pêşîn ên sala 2025'an de 349 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û got: "Ji van mirinan, 267 kuştinên rasterast bûn û 82 wekî 'mirinên gumanbar' hatin tomarkirin. Daneyên nîşan didin ku cihê herî ne ewle ji bo jinan bi rastî ew cih e ku divê ew xwe ewle hîs bikin. Ji sedî 63.9'ê jinan li malên xwe ji aliyê kesên herî nêzîkî xwe ve, wek hevjîn, bav, bira an kurên xwe, hatine kuştin. Ji sedî 45'ê jinên ku hatine kuştin jinên ciwan ên di navbera 19-35 salî de ne. Dema ku em li rewşê di asta herêmî de dinêrin, ew hîn xirabtir dibe. Li bajarê me Amedê, di sala 2025'an de 18 jin hatine kuştin û herî kêm 8 mirinên gumanbar çêbûne. Bi van hejmaran, sala 2025'an wekî sala ku herî zêde kuştinên jinan li bajarê me çêbûne hatiye tomarkirin."    Sûzan Îşbîlenê diyar kir ku kuştina Rojda Yakişikliyê ji aliyê zilamekî ku di çarçoveya 11'emîn Pakêta Darazê de ji girtîgehê hatiye berdan, nîşaneke eşkere ye ku kêmkirina cezayan û polîtîkayan li ser mafê jiyanê yê jinan bandoreke wêranker dike. Sûzan Îşbîlenê li ser naveroka Pakêta Darazê jî sekinî û wiha bertek nîşan da: "Ger pirsgirêka jinan bi rastî li vî welatî were çareserkirin, rêbazên herî bibandor ên rawestandina tundûtûjiyê ew e ku xebatek were kirin ku newekheviya zayendî ji holê rake û guhertinekê di zihniyetê de çêbike. Divê aştiya civakî were avakirin, rêziknameyên qanûnî yên ku jinan diparêzin werin bicîhanîn, Peymana Stenbolê ji nû ve were bicîhanîn û Qanûna Hejmar 6284 bi çalak were sepandin."    Sûzan Îşbîlenê destnîşan kir ku têkoşîn dê heta ku hemû maf werin bidestxistin berdewam bike.   Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.