Beşdarên konferansê: Birêz Ocalan mifteya çareseriyê ye 2025-12-06 16:21:03   STENBOL - Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî bi beşdariya gelek kesayetiyan ji Welatê Bask bigire heta Afrîkaya Başûr, ji Sinn Fein bigire heta Îngîlistanê, ji Kazakistan bigire heta Belçîkayê pêk tê. Beşdarên konferansê diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mifteya çareseriyê ye.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar dixe. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de dabû destpêkirin, dê di konferansê de tevî tecrûbeyên cîhanê were nîqaşkirin. Ji Baskê heta Efrîqeya Başûr, ji Sinn Feinê heta Ingilistanê, Qazaxistan û Belçîkayê dê gelek kes tev li konferansê bûn.   Konferans bi axaftina Tulay Hatimogûllari û Tuncer Bakirhan dest pê kir. Veysî Aktaş piştî axaftina her du hevserokan peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku şandiye konferansê xwend. Dû re Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed jî dê bi rêya vîdeokonferans beşdarî konferansê bû. Ji Başûrê Kurdistanê jî pêyamên ku hatin şandin hatin xwendin.    Di rûniştina yekemîn a konferansê de, li ser “Perspektîfên ji bo Aştiya Civakî” nîqaş û axaftin hatin kirin. Di rûniştina duyem de jî li ser "Serpêhatiyên Şer û Çareseriyan" axaftin tên kirin.    Beşdarên bal kişandin ser girîngiya konferansê û destnîşan kirin girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî şertek bingehîn ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd destnîşan kirin. Wan girîngiya reformkirina qanûnê li ser bingeha wekhevî, edalet û azadiyê ji bo avakirina civakek demokratîk destnîşan kirin û pêwîstiya xurtkirina têkoşîna demokratîk ji bo veguherandina pergala siyasî ya heyî bo berjewendiya gel destnîşan kirin.