Jinan berhemên xwe di pêşangehekê de nîşan dan 2025-11-24 16:21:39     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên şêwekar rêya pêşangehek hunerî berhemên xwe nîşan dan û gotin; “Me xwest em ciwaniya Helebceyê nîşan bidin.”   Îro 156’emîn salvegera bajarokbûna parêzgeha Helebceyê ye, bivê boneyê çend çalakiyên hunerî hatin lidarxistin. Jinan bi vekirina pêşangehekê berhemên xwenîşan dan.   Şêwekara bi navê Solîn Serdan ku bi berhemên xwe tevlî pêşangehê bû axivî û got; “Îro ji bo Helebceyiyan gelek girîng e, em jî weke şêwekar bi hunerê tevlî vê boneyê bûne. Wêneyên me hemû li ser Helebceyê ne, min jî tabloyek ku girêdayî Helebceyê ye çêkiriye û tevlî pêşangehê bûme.”   Şêwekar Hatwa Kerîm jî li ser heman mijarê got; “Bi giştî 12 jin bi berhemên xwe tevlî pêşangehê bûne, piraniya tabloyan girêdayi Helebceyê ne. Me xwest em bi vê pêşangehê ciwaniya Helebceyê nîşan bidin.”