Li Amedê çalakiyên 25'ê Mijdarê 2025-11-18 16:03:09   AMED - Bi minasebeta 25'ê Mijdarê ji hêla şaredariyên Peyas û Rezanê xebat hatin meşandin û bal kişandin ser rêbazên têkoşînê ya li dijî tundiyê.      Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî Şaredariya Rezan û Peyasê ya Amedê çalakî li da xistin û bal kişandin ser têkoşîna li dijî tundiyê.    Peyas   Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de hewldanên xwe yên ji bo şikandina bêdengiya li ser tundiya li dijî jinan didomîne. Di vê çarçoveyê de, yekîneyên gerînendetiyê bi serdanên malan li taxên Bariş û Mezopotamyayê gihîştin jinan û wan vexwendin atolyeyên hevgirtinê yên li dijî tundiyê yên ku wê di demên pêş de bên lidarxistin. Di heman demê de, di serdanan de agahiyên berfireh derbarê mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û xizmetên şaredariyê yên di vî warî de jî hatin parvekirin.   Rezan   Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rezan û Meclîsa Jinan di çarçoveya çalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê de perwerdehiya hişyarkirinê li dar xistin. Perwerdehiya bi tevlîbûna jin û mêr ku li avahiya xizmetê ya zêde hate lidarxistin, ji hêla karmendên Rêveberiya Xizmetên Astengdar û Pîr û Zewacê ve hate beşdar kirin. Perwerdehiya ku ji hêla psîkologê saziyê ve hate rêvebirin. Li ser newekhevî, tundî, rolên zayendî, tundiya dîjîtal û rêbazên têkoşîna li dijî wê hatin nîqaşkirin.