Li Wanê bi sernavê 'Îdeolojiya Rizgariya Jinan' atolye 2025-11-11 16:06:57     WAN – Atolyeya "Îdeolojiya Rizgariya Jinan" ku di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de li Erdîşê hat lidarxistin, peyama ku divê jin têkoşîn û hevgirtina xwe ya hevpar xurt bikin hat dayîn.   Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya çalakiyên 25ê Mijdarê Roja Têkolşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, ji bo nîqaşkirina bingehên îdeolojîk ên têkoşîna jinan û xurtkirina berxwedan û hevgirtina rêxistinkirî, atolyeya "Îdeolojiya Rizgariya Jinan" li dar xist.   Atolyeya ku taxa Dîlan a navçeya Erdîş  a Wanê hat lidarxistin, Hevseroka DBP'ê ya Wanê Gonul Uzunay û çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdar bûn. Komxebata ku jinan eleqeyeke mezin nîşan da, li ser prensîbên bingehîn ên "Îdeolojiya Rizgariya Jinan" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan niqaş hat kirin.     'Jin di civakê de pêşeng in'   Gonul Uzunay diyar kir ku "Îdeolojiya Rizgariya Jinan" divê li her derê wekî rê û rêbazek ji bo rizgarî û azadiya jinan were destgirtin û ev tişt got, "Mijara îro jin e. Di vê civakê de, jin pêşeng in; bi gotineke din, ew çavkaniya jiyanê ne. Li cihê ku jin tune be, li cihê ku jinan dest nedaye, qada jiyanê tune ye. Ji bo ku ev yek pêk were, divê jin hêza xwe bizanibin. Jinan bi îrade û wêrekiya xwe xwe îspat kirine. Abdullah Ocalan pênc xalên bingehîn danîne holê. Ger jinek bêje, 'Ez azad im', divê ew welatparêz be."   Komxebat bi rûniştineke pirs û bersivan bi dawî bû.