TJA sibê li Êlihê starta çalakiyên xwe yên 25'ê mijdarê dide 2025-11-08 12:31:15   ÊLIH - TJA dê sibê li Êlihê starta çalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê bide.   Tevgera Jinên Azad (TJA) Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî de starta çalakiyên xwe bide û dê li gelek bajaran çalakî bên destpêkirin.  Di çarçoveya van çalakiyan de dê jin sibe  dakevin qadan.   Li Êlihê sibe saet di 13.00'an de li Kolana Hunerê bên gel hev, bi meşê heta ber avahiya DEM Partiyê bimeşin. Di çalakiyê de metna daxuyaniyê dê bi kurdî bê xwendin. Di çalakiyê de DEM Partî, DBP, Rêveberiyên Herêmî û Meclisên Jinan jî amade bin.