Li Silêmanî jinekê bi gûman jiyana xwe ji dest da 2025-11-05 13:29:49     NAVENDA NÛÇEYAN -Li Silêmaniyeyê jinek ji avahiyeke 25 qatî kete xwarê û bi guman jiyana xwe ji dest da.   Li gor agahiyan, vê sibehê li Silêmaniyê bi awayek bi guman jinek temenê wê 55 salî ji avahiyek 25 qet ket xwarê û bi gûman jiyana xwe ji dest da. Heta niha aliyên peywendîdar di derbarê bûyerê de tu daxuyaniyek nedane.   Li gorî daneyên Rojnewsê, di nava 10 mehên borî de li  Başûrê Kurdistanê 27 jin hatine qetilkirin û 19 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.   Di sala 2024’an de jî li Başûrê Kurdistanê 39 jin hatine qetilkirin yan jî neçarî xwekuştinê hatine kirin. 7 ji van jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane.