'Pêvajo ne pêvajoyeke dan û standinê ye, meseleyeke demokratîkbûnê ya rasteqîn e' 2025-11-05 10:29:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Çîgdem Dogû vekişîna gerîla ji Bakurê Kurdistanê weke gaveke dîrokî pênase kir û bang li komîsyona li meclîsê kir ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdarî bike, qanûnên entegrasyona demokratîk bêne derxistin û pêvajoya destûra bingehîn bê destpêkirin.   Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû tevlî bernameya taybet a televîzyona Medya Haber TV bû û pêvajoya ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, nirxand. Çîgdem Dogû got, di demekê de ku pirsa 'Gelo pêvajo xitimî ye?' dihate kirin, pêngava vekişîna gerîla ji Bakurê Kurdistanê nabe ku ti carî weke hewldaneke ji rêzê bê dîtin, ew hewldan gaveke dîrokî ye.   Çîgdem Dogû anî ziman, ku komên vekişiyan hem ji zor û zehmetiyên mezin, hem jî ji pêvajoyeke îqnakirinê derbas bûn û got, "Ev heval ew hêza gerîla ye ku bi salan li çeperên xwe yên li Bakurê Kurdistanê man û têkoşiyan. Hêzeke gerîla ye ku xwedî motîvasyonekê ye. Îqnakirina van hevalan ji bo vekişînê bêguman gelekî zehmet bû. Ya ku ew îqna kir bêguman pêvajo bû ku Rêber Apo dimeşîne. Bila her kes baş bi vê zanibe."   'Meseleyeke demokratîkbûnê ya rasteqîn e'   Çîgdem Dogû destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka dîrokî ya Kurd pêwîstî bi perspektîfeke kûr heye û diyar kir ku pêvajo ne pêvajoyeke dan û standinê ye, ne meseleyeke bazariyê ye, lê meseleyeke aştiyeke rastîn e, meseleyeke demokratîkbûnê ya rasteqîn e.   Çîgdem Dogû ragihand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi vê pêvajoyê re hewl dide têgeh û hebûneke nû ya 'Em' biafirîne û anî ziman ku di serî de gelê Kurd hemû gel bi parastina cihêrengî, hişmendî û formên xwe, xwedî stratejiyeke hevparebûna em in. Çîgdem Dogû diyar kir ku ew pêvajoyê weke meseleya bidestxistina çand û demokratîkbûnê dibînin, li Tirkiyeyê gelekî ziyan li vê têgehê bûye û got, "Li ser bingeha civaka demokratîk divê em êdî diyardeyeke 'Em' biafirînin. Hewldanên Rêber Apo ji bo vê yekê ne."   Endama Konseya Rêveber a KJK'ê bi dewamî anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gel hemû bûyerên neyînî û gavên nehatine avêtin ji bo serxistina pêvajoyê dixebite û got, "Çima (komîsyon) naçe gel Rêber Apo û pê re nîqaşê nake, lê guhdarî nake?"   'Guhdarkirina li Rêber Apo stratejîk e'    Çîgdem Dogû got, ji bo wan mijareke stratejîk e ku Komîsyona Meclîsê li Abdullah Ocalan guhdarî bike û destnîşan kir ku li gel vê yekê divê qanûnên entegrasyona demokratîk bêne derxistin, pêvajoyeke destûra bingehîn a demokratîk bê destpêkirin û dawiya dawî jî nêzîkatiyeke hiqûqî ya bitunî li pirsgirêka Kurd bê nîşandan.   25'ê Mijdarê...   Çîgdem Dogû têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li hemberî Jinê ya Navneteweyî axivî û ragihand ku çavkaniya tundiya li hemberî jinê rastiya mêr ê serwer e û got, "Rastiyeke kujerê kastîk heye ku ji roja destpê kiriye heta niha tundiya xwe ti carî kêm nekiriye, lê zêde kiriye. Bi wesîleya 25'ê Mijdarê divê em îsal hîn bêhtir giraniya xwe bidin ser vê mijarê. Yanî divê em li ser guherîn û veguherîna mêr binirxînin."   Zanekirina jinan, birêxistinkirina wan û afirandina hêza wan a xweparastinê weke mijarên gelekî girîng nirxand û diyar kir ku jin bi nirxandina tundiya mêr, bi meşandina têkoşîna li hemberî wê dikarin dawî li vê tundiyê bînin.   Çîgdem Dogû işaret bi çalakiyên li Bakurê Kurdistanê kir ku ji bo Rojîn Kabaîş hatin kirin û got, "Weke tevgera jinan me ev yek gelekî girîng dît, gelekî erênî dît. Di vir de israrek heye. Yanî pirsgirêkek heye û biryardariyek jî heye ku bi ser vê pirsgirêkê ve biçe. Eger israr hebe, tu yê encamê bi dest bixe."   Çîgdem Dogû got, "Bi wesîleya 25'ê Mijdarê em careke din fêhm dikin ku em iqasî bi rêxistin û zane têbikoşin, em çiqasî israr bikin wê tundiya mêr jî ewqasî kêm û bi dawî bibe" û destnîşan kir ku gelekî girîng e, rêbazeke têkoşînê ya bi israr bê afirandin ku dema êrişên bi vî rengî bû bide pey û li hemberî wan têbikoşe.   Xweparastin û bi rêxistinbûn   Çîgdem Dogû weke nuqteyeke duyemîn jî işaret bi xweparastinê kir û got, "Divê jin xwe bi rengekî welê bi rêxistin bike ku ev kujerê kastîk, rastiya mêr ê serwer wê newêribe careke din bike. Wê nikaribe xwe nêzî wê bike, nikaribe zimandirêjiyê bike, nikaribe bi kêrê êrişî wê bike, nikaribe êriş bike. Bi çekê nikaribe êrişî wê bike, nikaribe dest biavêje wê. Nikaribe nizanim ji qatê çendan ê avahiyekê biavêje xwarê. Pêwîstî bi zirxekî welê yê rêxistinî heye."   Çîgdem Dogû diyar kir ku divê jin li ser bingeha komunê xwe bi rêxistin bike, parastina xwe xurt bike, li hemberî pirsgirêka mêr polîtîkayên çareseriyê hilberîne û got, "Divê em jin ji mêran re, ji serweriya mêr re bibêjin, 'Ez van pîvanên te, vê nêzîkatiya te, van gotinên te, vî dengê te yê bilind, vî şêweyê meşa te, êrişa te qebûl nakim. Pîvanên min ev in. Eger tu li gorî van pîvanan be weke jin, weke mirovek ez dikarim te qebûl bikim. Lê gelê ez vî şêweyî ti carî qebûl nakim'. Eger em bala xwe bidin ser, di vir de têkoşîneke îdeolojîk heye. Têkoşîneke felsefî heye. Bêguman ev yek bi rengekî xwezayî vediguhere xweparastinê, xweparastineke jiyanî."   '27'ê Mijdarê pîroz dikim'   Çîgdem Dogû bal kişand ser mijara salvegera damezrandina PKK'ê ku wê di 27'ê Mijdarê de bê pîrozkirin û diyar kir ku 27'ê Mijdarê roja vejîna neteweyî ye. Çîgdem Dogû got, "PKK'ê exlaqek afirand, çandek afirand, felsefe afirand, nirxên bi wate afirand, şehîdên mezin afirand. Ji hevalê Fûat, hevalê Riza ku endamên damezrîner ên vê partiyê bûn, ji şehîdên me yên mezin; nirxên wan ên mezin. Li gel vê yekê bêguman di dîroka PKK'ê de şerekî bêeman qewimî, bi hezaran, bi deh hezaran şehîdên me weke nirxekî mezin hatin afirandin. Vaye hevala Delal, fermandara me ya mezin, Fermandara HPG YJA STAR'ê ked da van salên şer, nirx da û berdêleke mezin da. Di şexsê hevalên Fûat, Riza û Delal de şehîdên PKK'ê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînim."   Çîgdem Dogû bang li hemû welatparêzan kir ku 27'ê Mijdarê jî çalakiyan li dar bixin.   Banga tevlîbûna çalakiya 8'ê Mijdarê    Çîgdem Dogû têkildarî çalakiya ku 8'ê Mijdarê li Kolnê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo mafê hêviyê bê lidarxistin bang kir û got, "Ji bo ev çalakî encamekê bi xwe re bîne û asteke bi bandor bi afirîne, ji 7 heta 70 salî bang li her kesî dikim ku tevlî bibin."   Çîgdem Dogû got, "Azadiya fîzîkî ya Rêberê me gelekî girîng e. Rêber Apo çiqasî bi rengekî azad biaxive, çiqasî karibe dengê xwe bigihîne raya giştî ya Tirkiyeyê û gelên cîhanê, em ji dil bawer dikin ku wê atmosfer bi temamî biguhere. Hêza bandorê ya Rêber Apo mezin e, hêza wî ya fikrî mezin e. Di vê mijarê de azadî û mafê hêviyê çiqasî zû pêk were wê aştî jî ewqasî zû pêk were."