Foruma jinan: Jiyana azad temînata avakirina civakeke komunal e 2025-11-04 14:49:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk bi daxuyaniyekê foruma xwe ya duyemîn a bi dirûşmeya “Jiyana Azad û Wekhev Garantiya Avakirina Civakeke Komunal a Demokratîk” li dar xist, bi dawî kir.   Di bin dirûşmeya “Jiyana Azad û Wekhev Garantiya Avakirina Civakeke Komunal a Demokratîk” de Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk îro foruma xwe ya duyemîn li hola Semerqend ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê li dar xist. Di forûmê de 180 endamên Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk, rêxistinên jin, partiyên siyasî, rewşenbîr û endamên saziyên civaka sivîl li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.   Forûm li ser du mijarên sereke nîqaş kir. Mijara yekem bi sernavê “Kujerê Zimrawî di Manîfestoya Azadî û Civaka Demokratîk de” bû, ku ji hêla Hevseroka Encumena Têkiliyên Dîplomatîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nourşan Hisên ve hate pêşkêşkirin. Mijara duyemîn jî “Çareseriyên Siyasî û Civakî ji bo Bidestxistina Wekhevî û Edaletê” bû, ku ji hêla Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Perwîn Yûsif ve hat pêşkêşkirin.   Forûm bi daxuyaniyekê ji aliyê Hevseroka Mekteba Rêxistinî ya Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Valantîna Ebdo ve hate xwendin bi dawî bû.    Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:   "*Têkoşîn ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewam dike, ji ber ku ew nûnertiya azadiya hemû gelên ku li edaletê digerin dike.   * Tekez li ser berdewamiya têkoşîna rewşenbîrî, siyasî û rêxistinî li dijî hemû cureyên tundûtûjî û cihêkariya li dijî jinan tê kirin, dike.   * Damezrandina têgeha malbateke demokratîk a li ser bingeha evîn, rêz û azadiyê, dûrî xwedîtî û wesayetê.   * Bi hev re xebat kirin da ku rola meclîs û komunan wekî stûnên bingehîn ji bo avakirina civakeke demokratîk a exlaqî û siyasî aktîf bikin.   * Bilindkirina hişmendiyê û belavkirina têgeha “jiyana azad û wekhev” di nav hemû beşên civakê û saziyan de ji bo pêşxistina çandeke wekheviyê.   * Lidarxistina komxebatên ji bo jin û mêran bi armanca avakirina malbateke demokratîk wekî gaveke navendî ji bo xurtkirina nirxên civakî.   * Bi rihê berpirsyariya dîrokî hewl dide ku serkeftina destpêşxeriya aştî ya rêbertî misoger bike.   * Têkoşîna li dijî zihniyeta baviksalarî wekî têkoşîneke hevbeş di navbera jin û mêran de ji bo vegerandina hevsengiya xwezayî ya têkiliyên mirovan tê hesibandin."