Çalakiya ji bo bo Rojîn Kabaîş di roja 13’emîn de ye 2025-10-25 20:47:19   WAN-Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê ji bo ronîkirina mirina biguman a Rojîn Kabaîş û daxwaza kampusek bi ewle çalakî dabûn destpêkirin. Çalakiya xwendekaran di roja 13’emîn de bi meşa li perava kampusê  berdewam kir.    Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil  (YYU) a Wanê ku ji bo ronîkirina mirina biguman a Rojîn Kabaîş û daxwaza kampusek bi ewle çalakî dabûn destpêkirin di roja 13’emîn de berdewam kir.   Xwendekaran  meş pêk anîn û dovîzên ‘Qêrîna Rojînê wê bêdengiyê hişyar bike’, ‘Bêdengî hevkariya sûce’ hildan.   Her wiha dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘rektor îstîfa’, ‘Rojîn Kabaîş serildana me ye’ berz kirin.   Çalakî bi axaftinan bidawî bû.   Xwendekaran da zanîn ku wê çalakiya wan sibê jî bidome.