'Ev komplo hatiye plankirin' 2025-10-24 09:02:22     Pelşîn Çetînkaya-Rabîa Onver   AMED - Jinan der barê cezayên ku di rojên borî de li hevseroka giştî ya ESP’ê Denîz Aktaş û endama meclîsa giştî ya SKM’ê Ebru Yîgît hatiye birîn axivîn û diyar kirin ku ji ber Denîz Aktaş û Ebru Yîgît li dijî zîhniyeta mêr têkoşîn dane û dengê xwe bilindkirine hatine girtin û gotin ev komployek hatiye plankirinê ye.   Di meha îlonê de hevseroka giştî ya ESP’ê Denîz Aktaş û endama meclîsa giştî ya SKM’ê Ebru Yîgît bi hepsa malê hatibûn berdan û di 16’ê cotmehê de di rûniştina li 14’emîn Dadgeha Ceza Giran a Stenbolê hat dîtin de 17 sal û mehek ceza dan Denîz Aktaş û Ebru Yîgît û piştre hatin girtin. Jinan der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku kesên hatine girtin ji ber li dijî zextên li ser jinan têkoşîn dan û dengê xwe bilind kirine hedef hatine girtin. Her wiha jinan diyar kirin ku ev polîtîka ji bo jin bên bêdengkirin tê meşandin.   Endama SKM’ê Fethiye Ok û endama Jinên Ciwan Dîlan Ergul der barê cezayê hatiye dayîn axivîn.   ‘Êrîşên li dijî têkoşîna jinê berdewam kirin’   Fethiye Ok destnîşan kir ku ji roja hatine avakirin li dijî partiya wan û kesên têkoşîna jinê didin êrîşên sîstematîk hatine meşandin û wiha got: “Partiya Sosyalîst a Bindestan di heman demê de xwe wek partiya jinê jî pênase kir. Meclîsên jinan ên sosyalîst nîvê rêxistina partiya me ava dike. Ji roja em hatine avakirin êrîş bi awayekî sîstematîk berdewam kirin. Hevserokên me hatin binçavkirin, girtin. Berê hevseroka me Ozden Gumuştaş bû. Ew jî bi dehan carî hat binçavkirin û girtin. Ev êrîş li hember partiya me, jinan û jinên sosyalîst e. Lê di esasê de li hember jinan êrîşeke sîstematîk mijara gotinê ye. Girtina du hevalên me girtina Denîz û Evrenê girtineke koplovarî ye. Ev hevalên me berê hatibûn binçavkirin û girtin. Bi hepsa malê hatin berdan. Niha bi awayekî dijhiqûqî 16 sal ceza birîn.”   ‘Ev ceza bi armanca tolgirtinê û bêdengkirinê hatiye dayîn’   Fethiye Ok diyar kir ku Denîz Aktaş û Ebru Yîgît ji ber li dijî pergalê têkoşîn dane hatine cezakirin û wiha bi lêv kir: “Denîz û Ebruyê di têkoşînê de seknek xurt nîşan dan. Di têkoşînê de çalak bûn. Bi taybet li dijî pergala serdest di mijara şoreşa jinê û hişmendiya jinê de xebatên xwe bê navber meşandin. Ji ber vê jî ev cezayê hatiye dayîn der barê bêdengkirin û tolgirtinê de ye. Em vê qebûl nakin û em ê li dijî vê dijhiqûqiyê têkoşînê bimeşînin. Li aliyekî aştî li aliyekî çareserî. Yek ji kesên gotin em vê pirsgirêkê çareser dikin hat vir. Yek ji wan Numan Kurtulmuş e. Tevli vekirina sala perwerdeyê bû. Bi Kurdî axivî. Lê li meclîsê nehiştin dayikên Aştiyê Kurdî biaxivin. Bi heman awayî êrîşê meşa ciwanan kirin. Li jinan dan, destûr nedan meşê. Ji ber vê jî em gotina wan ya aştiyê di pratîkê de dibînin.”   Di nîqaşên aştiyê de bêsamimiyetî   Fethiye Ok bi lêv kir ku gel bi salane bedelên mezin dide û nîqaşên aştiyê tên jiyîn û wiha bi lêv kir: “Îro aştî û çareserî tê axaftin û sedema vê bedelên ku jinan dane ye. Jinan di vî şerî de bedelên mezin dan. Bûn kirdeyên vê pêvajoyê. Heman demê de polîtîkayên ‘sala malbatê’ êrîşek li dijî destkeftiyên jinan e. Dixwazin bêdeng bikin û hepsê malê bikin. Di alî têkoşîna aştiyê de astengkirina Dayikên Aştiyê, astengkirina xweîfadekirina jinan, li zanîngehan kiryarnediyarên jinan, mînaka dawî ya Rojînê bû. Ev hemû polîtîkayên dewletê yên li hember jinan e. Vê aşkera dikin. Êdî veşarî jî nakin. Lê ev jinan naçewisîne. Serhildana ji bo Rojînê pêl bi pêl mezin dibe. Ev mijar canê jinan diêşîne. Ji ber vê jî pêvajoya pêş de wê jin hîn bêtir xwe bi rêxistin bikin.”   Fethiye Ok balkişand ser piştevaniyê û wiha got: “Di çareseriyê de têkoşîna yekbûyî ya jinan girîng e. Hatina gel ev a jinan girîng e. Jin bi têkoşîna xwe hewl didin van êrîşan vala derxînin. Banga me ev e ku em ji bo aştiyê têbikoşin.”   ‘Her ku zextên dewletê zêde dikin têkoşîna me jî mezin dibe’   Endama Jina Ciwan a Azad Dîlan Ergul jî diyar kir ku  tundiya desthilatdariyê ya li hember jinan her diçe zêde dibe û bi taybet jin hedef tên girtin. Dîlan Ergul wiha anî ziman: “Desthilatdarî dizane ku kirdeya têkoşînê jin in û ji ber vê zextan dikin. Bi polîtîkayên bêcezahiştinê gumanbar tên xelatkirin. Ya dewlet dixwaze jin tevli têkoşînê nebin. Ji ber vê jî hevserokên me girtin. Li welat polîtîkaya bêcezahiştinê heye. Polîtîkayên şerê taybet tê meşandin. Dewlet her ku zextan dike têkoşîna me jî mezin dibe.”   ‘Em ji bo jin û civakê têdikoşin’   Dîlan Ergul balkişand ser têkoşîna ku li dijî polîtîkayên bêcezahiştinê û zextên dewletê didin û got: “Em jin li dijî vê têkoşîna rêxistinkirî dimeşînin. Li hevalên me nêzî 17 salan ceza birîn. Em ji bo jin û civakê têdikoşin. Gumanbar tecawizkar, kujer tên xelatkirin lê jinên li dijî vê têdikoşin tên cezakirin. Dewlet bi aşkera peyamê dide. Dibêje bêdeng bimînin. Em li dijî van têkoşîna we didomînin.”