Mirina biguman a Rojîn Kabaîş: Dîmenên otopsiyê xêz kir 2025-10-23 09:04:25        Medîne Mamedoglu   AMED - Endama Lijneya Rêveberiya KHM’ê ya Baroya Amedê Raperîn Akengîn der barê geşedanên dawî yên dosya Rojîn Kabaîş de axivî û got: “Gotin CD ya dîmenên otopsiyê tê de bûn hatiye xêzkirin. Ev dîmen di alî ronîkirina bûyerê de û tevahiya delîlan de gelek girîng e.”   Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş ku 27’ê Îlona 2024’an ji wargehê derket û carek din venegeriya 18 roj şûnde di 15’ê Cotmehê de cenazeyê wê li Peravê Molakasim hat dîtin. Piştî cenaze hat dîtin di rapora ji ATK’a Stenbolê hat de hat gotin ‘daneyê destdirêjiyê nehatine dîtin’ û salek şûnde di 10’ê Cotmehê de ji heman saziyê rapor hat û got li ser bedena Rojînê DNA’ya aydê du mêran hatine dîtin û yek li ser sînga wê ya din li vajînaya wê hatiye testpîtkirin. Piştî vê bûyerê ji her derê Tirkiyeyê bertekên mezin hatin nîşandan û çalakî û protesto didomin.   Endama Lijneya rêveberiyê ya Baroya Amedê KHM’ê Rapor Akengîn der barê binpêkirinên mafan  û delîlên hatine reşkirin yên di dosya Rojîn Kabaîş de ji ajansa me re axivî.   *Piştî mirinê kîjan delîlan di dosyayê de cih digirt?   Mixabin dosya ji destpêkê de wek dosya întîxarê hat meşandin. Me parêzerên dosyayê ji serî de got divê ji ser întîxarê neyê meşandin. Ji ber di komkirina delîlan de qelsiyên mezin hebûn, binpêkirinên giran yên ku rastî vedişartin hebûn. Bi taybet dozgerê demî û walîtiyê hîna lêpirsîn temam nebibû ji bavê wê Nîzamettîn Kabaîş re gotin ‘întîxar e’.  Vê jî bêalîbûna lêpirsînê bandor kir û berpirsyariya ku delîl bi baldarî nehatine komkirin nîşan da. Di dosyayê de mijara balê dikşîne îhmalkariya saziyan e. Tevî Rojîn bi şev neçûye yurdê rayedaran agahî nedane malbatê. Ev îhmala destpêkê ye.   Alavên Rojînê wek delîl cih digirtin. Qeydên kamerayê, mînakên laboratuvarê û daneyên otopısiyê wek delîlên ewil cih digirtin. Daneyên ewil jî delîl bûn lê tevî vê nehatin parastin û neşandin saziyên têkildar. Li ser bedena Rojînê du DNA’yên aydê mêran hatin tespîtkirin. Lê di destpêkê de agahiyên rast nehatin dayîn.   Ligel vê bedena Rojînê demek dirêj di avê de mabû û deforme bbiû. Di otopsiya pêş de sedema mirinê nehat diyarkirin; piştre li Wanê otopsiyê ji ber qels û kêm man, dosya şandin ATK stenbolê. ATK’ê rapor amade kir û got di avê de fetisiye. Raste rast wek întîxar hat nîşandan.   *Rastî û şaşiyên niha di dosyayê de çi ne? (Bi taybet yên di rayagiştî de tên dîtin)   Li ser bedena Rojînê du DNA’yê aydê mêran hatin tespîtkirin. Ev krîtîk bûn.  Mixabin destpêkê gotin îhtîmala ev DNA derbas bûne heye. Lê hîna tespîta nasnameyan, analîzên berfireh yên biyolojîk  û senaryoyên têkiliyê nehatibûn ronîkirin nêrînek wisa afirandin. Ev jî kêmasiyek cidî ya di lêpirsînê de bû. Dem bi dem di rayagiştî de  îdiayên wekê ‘întîxare’ an jî ‘pirsgirêkên psîkolojîk in’ geriyan û li dijî vê yek gumanarekî îfade neda û delîl baş nehatin lêkolînkirin. Malbatê ji destpêkê de got ‘ne întîxare, bila bê ronîkirin’. Tevî vê bi israr gotin întîxare û hewldan serê dosyayê bigirin.   *Di pêvajoya lêpirsînê de kîjan delîl nehatin komkirin an jî hatin reşkirin?   Yek ji îhmala herî mezin a bûyerê der barê qeydên kamerayê yên cihê bûyerê bû. Qeydên kamerayê yên Rojîn lêbûn beşek hinek dereng an jî kêm hatin bidestxistin. Heta tenê dîmenên saeta ku Rojîn tê dîtin hatin girtin lê beriya wê qeyd qet nehatin girtin an jî bi hincetên cuda nexistin dosyayê. Bi awayekî rast xwegîhandina qeydan hebûna, ev rewş ne tenê îhmal, bêguman gumana reşkirina delîlan jî dikaribû derxista holê.   Em dizanin  lêpirsîna cihê bûyerê di dema xwe de û li gorî usulê nehat kirin. Telefona wê dereng hat girtin û hîna nehatiye vekriin. Mixabin ev zirarê dide pêvajoyê û binpêkirineke giran e.   * Di salekê de kîjan geşedan di dosyayê de çêbûn?    Geşedanên salekê yê dosyayê mixabin binpêkirin û hêdîbûna lêpirsînê nîşan dide. Di rapora ewil a ATK’ê de gotin îhtîmala DNA derbas bûye heye û daneya êrîşa zayendî tune ne.Bedena Rojînê demek dirêj di avêde mabû û deforme bibû. Ji bo malzarokê mudaxaleya manuel pêwist bû. Di bûyerek wisa krîtîk de îhtîmala êrîşa zayendî hat piştgûhkirin. Rapora yek rupelî û ji du hevokan pêk tê qesl e. Divê rapora DNA’ya aydê du mêran bi awayekî fermî bikeve dosyayê.   *ATK’ê di vê pêvajoyê de gavên bi naqok avêt. Niha raporek nû tê amadekirin. Wê pêvajo çawa pêş bikeve, aşkerakirina mirinê girêdayê çi ye?   Mixabin ATK’ê di vê pêvajoyê de gavên bi naqok avêtine û raporên ewil bêyî delîlên şênber hatin amadekirin. Divê ATK wek saziyek fermî berpirsyariya xwe bîne cih. Ji ber delîlên rast neparast û raporên kêm ji parêzer û malbatan re ragîhand baweriya rayagiştî jî winda kiriye. Em wek parêzer jî bi ATK’ê bawer nakin. Divê pêvajo zelal bê meşandin û hemû berpirs hesab bidin.