‘Mifteya pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan e’ 2025-10-22 09:03:13   Buşta Turan   WAN - Jinên TJA’yê yên bi dirûşmeya "Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin" meşiyan wiha gotin: “Ev meş ne bertekek ku spontane pêş ketiye. Ev gaveke rêxistinirî ya berxwedana bi salan hatiye hûndinê ye. Bi taybet biryarbûnû tecrubeya dîrokî ya tevgera jinên Kurd carek din nîşan da. Em jin ji bo pêkhatina aştî û azadiyê bi biryarin ku vê têkoşînê bimeşînin.”   Bi pêşengiya Tevgera Jinen Azad  (TJA), jin hatin gel hev û di 1’ê Cotmehê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma "Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin dimeşin" meş dan destpêkirin. Jinan di 7’ê Cotmehê de li Enqereyê meşa xwe bi dawî kirin. Jinan li meclîsê bê navber dirûşmên "Bijî serok Apo" berz kirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.   Aktîvîstên TJA’yê Hatîce Oktay û Zeynep Durmaz yên di meşê de cih girtin der barê meşê de axivîn.   ‘Sekneke kolektîf hat nîşandan’   Hatîce Oktay armanca meşê wiha vegot: “Ev meş di dirûşmeya ‘Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin’ hat destpêkirin. Armanca me pêkhatina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bû. Bi vê dawazê em meşiyan. Yek ji hedefên din ya meşê ev bû ku têkoşîna azadiya jinê bê dîtin. Heman demê de me xwest em li dijî zextên li ser îradeya jinên seknek kolektîf nîşan bidin.Me xwest em bi vê meşê felsefeya ‘jin jiyan azadî’ bigihînin her derê.”   ‘Vê meşê biryarbûna tevgera jinên Kurd nîşan da’ Hatîce Oktay destnîşan kir ku meş bi kedek kolektîf hatiye meşandin û wiha dirêjî dayê: “Jinên ji bajarên din hatin gel hev xwe rêxistin kirin û di her astê de bi hev re tevgeriyan. Hinek jinan ji roja ewil heta dawî berdewam kirin. Hinek ji bajarên din tevli kortejê bûn. Hemû jin hevkarên vê meşê bûn. Ev meş ne bertekek ku spontane pêş ketiye. Ev gaveke rêxistinirî ya berxwedana bi salan hatiye hûndinê ye. Bi taybet biryarbûnû tecrubeya dîrokî ya tevgera jinên Kurd carek din nîşan da. Em jin ji bo pêkhatina aştî û azadiyê bi biryarin ku vê têkoşînê bimeşînin.”   ‘Tevî astengiyan îrade nehat şikandin’   Hatîce Oktay daxuyakirin ku seranserê rê bi astengiyan re hatine rû hev û ev tişt bi lêv kir: “Dem bi dem polîsan mudaxale kir lê nikaribûn îradeya me bişkînin. Me li her derê hevdîtinên jinan kirin. Me daxuyanî da. Me stran got, govend gerand. Em bi jinan re hatin gel hev. Me bi jinan re sohbet kir û çîrokên wan guhdar kirin.”   ‘Em bi biryarin têkolînê bidomînin’   Hatîce Oktay di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Armanca me pêkhaina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Abdullah Ocalan mijfteya aştiyê ye. Hedefa me ev e ku em vê mijarê de hişmendiyekê biafirînin û vê hişmendiyê bigihînin hemû jinan. Em dixwazin dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bigihînin zêdetir jinî û meclîsê herêmî yên jinan zêdetir rêxistin bikin. Birêz Ocalan mijfteya aştiyê ye. Divê demidlest ji bo azadiya wî gav bên avêtin. Der barê vê de wê têkoşîma me bidome.”   ‘Jin azad nebin civak jî azad nabe’    Zeynep Durmaz jî balkişand ser girîngiya meş û têkoşîna jinan û wiha daxuyand: “Me ji bo azadiya srokatiyê bi dirûşmeya ‘mafê hêviyê’ meş da destpêkirin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan pêk neyê wê têkoşîna me bidome. Rola ku Abdullah Ocalan daye jinan diyar e. ‘Jin azad nebin civak jî nazad nabe’. Me jî bi pêşengiya jinê, bi hişmendiya jinê ev meş pêk anîn. Em ê bi hişmendiya jinê bi rêxistinbûn têkoşîna xwe heta ku azadiya fîzîkî ya serokatiyê pêk neyê wê bidomînin. Li qadan hêza jinan dîtin kêfxweşiyek mezine. Jin hatin gel hev û ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin. Ev kêfxweşiyek mezine. Em ê têkoşîna xwe heta dawî bimeşînin.”