Tahliyeya Nurcan Aslan cara duyemîn hat taloqkirin 2025-10-21 18:17:51   ENQERE - Tahliyeya girtî Nurcan Aslan, bi hinceta cezayê dîsîplînê cara duyemîn 6 mehêndin hat taloqkirin.   Tahliyeya Nurcan Aslan ya li girtîgeha Jinan a Erzînganê girtiye, bi hinceta cezayê dîsîplînê cara duyemîn 6 mehên din hat taloqkirin. Nurcan Alan di dema berxwedanên rêveberiyên xweser de di 16 salî de li Nisêbînê hat binçavkirin. Di enama darizandinê de 16 sal û 8 meh ceza hat dayîn û beşa li girtîgeh agirtî derbas bû 22’ê hezîranê de bi dawî bû.   Lê Lijneya Îdarî û Şopandinê ya Girtîgehê çar roj brê kom bû û îdia kir ku cezayên dîsîplînê yên Nurcan Aslan înfaz nekiriye hene û tahliyeya wê 6 mehan asteng kir. Li ser vê di 14’ê cotmehê de lijne cara duyemîn hat gel hev û der barê Nurcan Aslan de bi îdiaya ‘cezayên dîsîplînê yên berê hene’ tahliye dîsa 6 mehan taloq kir.   Nurcan Aslan rewş ji Parlamentera Mêrdînê ya DEM partiyê Berîtan Guneş Altin û parlamentera Şirnexê Nevros Uysal re ragîhand.  Nevroz Uysal û Berîtan Guneş mijar bigirin Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê.   Di serlêdana hat kirin de bertek nîşanê hinceta cezayên dîsîplînê yên hatine înfazkirin dan û gotin ev li dijî destura bingehîne.