Ji bo Endama YJA-Starê Yildiz Yilmaz mewlûd dan 2025-10-19 15:13:25     ŞIRNEX – Malbatê li Cizîrê ji bo Endama YJA-Starê Yildiz Yilmaz (Têkoşîn Cûdî) bi tevlbûna gelek welatiyan mewlûd da.   Li taxa Çemkûrkê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi tevilbûna endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl û gelek welatiyan li mala malbata Endama YJA-Starê Yildiz Yilmaz (Têkoşîn Cûdî) mewlûd dan. Yildiz Yilmaz di 31'ê Gulana 2017'an li Metîna jiyana xwe ji dest bû. Malbatê ji bo bîranîna wê mewlûd da. Di merasîma mewlûdê destpê ji bo Yildiz Yilmaz û hemû cangoriyên azadiyê dua kirin û mewlûda Kurdî xwendin. Piştî xwendina mewlûda, xwarina mewlûdê belav kirin.   Bernameya mewlûdê bi xwendina duayan bi dawî bû.