Li Şemraxê panela bi mijara çand û hunerê 2025-10-17 16:23:45                 MÊRDÎN- Şaredariya Şemrexê ji bo balkişandina ser têkoşîna jinan di warê civakî, çandî û siyasî de, bi dirûşma "Zimanê Me, Çanda Me, Hêza Me" şahiyek li dar xist. Di şahiyê de panelek li ser "Qirkirina Çandî" hate lidarxistin.  Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrim Demir ku qayim tayînî şûna wê hat kirin, Hevşaredara Şemrexê Kudret Uçuk, hevşaredarên navçeyên derdorê, çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên meclîsa jinan, nûnerên civaka sivîl û gelek welatî beşdar bûn.   Aktîvîsta TJA'yê  Çîmen Fidan û Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrim Demir wekî axaftvan beşdarî panelê bûn ku bi moderatoriya Endama Meclîsa Şaredariya Gulizar Seyhan dest pê kir.   'Divê em têkoşîna xwe mezin bikin'   Piştî axaftina Çîmen Fîdan, Hevşaredar Devrîm Demîr polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku ziman, çand û nasnameya gelê Kurd hem di dîrokê de û hem jî di roja îro de hedef digirin nirxand û diyar kir ku qirkirina çandî ne tenê di demên berê de, lê di roja îro de jî bi awayên cûrbecûr berdewam dike. Devrîm Demîr, girîngiya rola berxwedanê ya jinan û hilberîna çandî di vê pêvajoyê de tekez kir û got, "Paşguhkirina nasname, ziman û çanda gelan yek ji awayên herî giran ên qirkirinê ye. Wek jin, divê em di her warî de li dijî vê nezanînê bisekinin û têkoşîna xwe xurt bikin."   Di dawiya panelê de, Hevşaredara Şemrexê Kudret Uçuk ji bo beşdariyên panelîstan spasiya wan kir û diyariyên watedar pêşkêşî wan kir. Panel  bi çepikan bi dawî bû.